Şeybanî li şûna Ehmed Şera beşdarî Lûtkeya Erebî dibe

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Derve yê desthilta Şamê Esed Şeybanî li şûna serokê desthilata demkî ya şamê Ehmed Şera, dê beşdarî Lûtkeya Erebî ya li Bexdayê bibe.

Wezîrê Derve yê desthilta Şamê Esed Şeybanî, îşev bi balafireke taybet bi serokatiya şandeyeke gihîşt Balafirxaneya Navnetewî ya Bexdayê û ji aliyê şandeya pêşwaziyê ya Wezareta Derve ya Iraqê ve hat pêşwazkirin. Esed Şeybanî li şûna serokê desthilata demkî ya şamê Ehmed Şera sibe beşdarî Lûtkeya Erebî ya 34’an a li Bexdayê were lidarxistin, bibe.

Ev di demekê de ye ku di çend rojên borî de ji aliyê 58 parlamenterên Iraqê ve nerazîbûn li dijî hatina Ehmed Şera ji bo civîna sibe ya Lûtkeya Komkaraa Erebî ya li Bexdayê hat nîşandan.

(wd)