HALÎT ERMÎŞ
Di nava du hefteyên dawî de pêşketinên gîrîng di navbera Bexda-Enqere-Hewlêrê de rû didin. Bi daxuyaniyên tên dayîn û bûyerên li Mexmûrê rû didin, wê li vê sêgoşeyê di dema pêşiya me de pêşetinên mezin pêk werin.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûrdanî 8’ê Gulanê de serdana Tirkiye kiribû. Di hevdîtina navbera Erdogan û Sûdanî de derketin, yek ji xala derket pêş têkildarî ‘koça bê rêkupêk’ bûn.
Di nûçeyên li medyaya Tirkiyeyê de derket pêş wiha ne; ‘Peymana li ser Prosedûrên Bicîhanîna Standard a Vegera Dilxwaz û Ji Nû Ve Entegrasyona Welatiyên Iraqî’ di navbera Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna li dijî Koçberiya Bêserûber û Karûbarên Dersînorkirinê ya Serokatiya Rêveberiya Koçberiyê ya Wezareta Karên Navxweyî ya Komara Tirkiyeyê û Daîreya Karûbarên Koçberiyê ya Wezareta Koç û Koçberên Komara Iraqê de ji hêla Cîgirê Rêveberê Giştî yê Têkoşîna li dijî Koçberiya Bêserûber û Karûbarên Dersînorkirinê ya Serokatiya Rêveberiya Koçberiyê Ahmet Kuçukikiz û Rêveberê Daîreya Karûbarên Koçberiyê ya Wezareta Koç û Koçberiyê ya Komara Iraqê Safa Huseyin Ahmed ve hate îmzekirin.
Piştî ku 15’ê Gulanê 3 rêveberên Kampa Penaberan a Mexmûrê ji aliyê hêzên Iraqê ve hatin girtin û şûn ve nûçe nû ketin ajansan. Her sê rêveber ji bo çareserkirina pirsgirêkên Mexmûrê, nûkirina nasname û pirsgirêkên ambargoyên aboriyê çûbûn Bexda hevdîtinê bikin. Bi fermî bi rayedaran re hevdîtin kirine.
Di rewşeke wiha de Nêçîrvan Barzanî 19’ê Gulanê bi sifetê Serokê herêmê serdana Îranê kiribû. Li gorî daxuyaniyên hatin kirin, di hevdîtina Nêçîrvan Barzanî kirî de rewşa ewlekariyê ya herêmê hatiye gotûbêjkirin.
Li gorî nûçeyên di medyaya PDK’ê de jî derketî holê, Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Konseya Ewlekariyê ya Bilind a Netewî ya Îranê Elî Ekber Ehmedî re hevdîtin kiriye. Barzanî ev gotibû: “Em qet rê nadin xaka me û ewlekariya welatên cîranên me bibe çavkaniya xeteriyê.”
Hevdîtin û ya tê kirin bi hev re ne
Di hevdîtina bi Sûdanî re, qezda ji koçberiya bê rêkupêk ewe ku Kurdên ji ber zext û zordariya dewleta Tirki neçarî koçber bûne ne. Ji vana ya herî ber biçav Kampa Mexmûrê ye. Ji ber wê şandeya ji rayedarên Mexmûrê pêkdihatin a di vegera ji Bexdayê de hatina wan ya girtin ne ji rêzê û tesadufe. Pêşketinên rû didin, di hevdîtina 8’ê Gulanê ya li Tirkiyeyê de hetiye nîqaşkirin, tişta niha rû dide li ser erdê jî îşareta parçeyek ji vê ne qûte dide diyarkirin.
Peymanên bazirganî, enerjî û gelek mijarên din hene. Bi vekirî dixuyê ku Kurd dîsa bûne parçeyek ji bazara ser mase. Pêkanînên li ser Mexmûrê encama peymana bigre-bide, dikeve çarçoveya konsepta nû û nîşaneyên encamên hevdîtinên hatine kirinin.
Eger ku wisa nebe, divê hikûmeta Bexda çima wê piştî hevdîtinê rêveberên Mexmûrê bigire eşkere bike? Nexwe divê pirsgirêkên 10 hezar penaberên xwedî statûya penaberiyê ne ku zêdetirî 20 salin li wir dijîn çareser bikin. Nexasim Kampa Mexmûrê kampeke koçberan a ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve fermî hatiye erêkirin.
Dixwazin Îranê jî bikişînin nava vê
PDK bi salane li hemberî Mexmûrê ambargoyê dike û hê jî didomîne, ne pir dûre di peymana navbera Bexda-Eneqerê de hatibe kirin ku ew jî ne şirîk be. Ji xwe berê jî di çarçoveya tifaqa navbera Enqere-Bexda-Hewlêrê zext li ser Mexmûrê hatibûn kirin.
Niha ya dixwazin lê zêde bikin Îrane. Dema mirov li nûçeyên medyaya PDK’ê û serdana Nêçîrvan Barzanî binêre, mirov dikare bêje ku Îran a di nava dorpêça Emerîka û Îsraîlê de ye, dixwazin têxin nava konsepta xwe.
Nexasim Barzanî di ‘Forma Diyalogê ya Tehranê’ de axivî bû û bal kişandibû ser pêngava di navbera Tirkiye û PKK’ê de û ev gotibû: “Em nabin baregeheke ku xeteriyê li ser Îranê çêbike.” Dide nîşanan bê ka çi di navbera aliyan de hatiye nîqaşkirin.
Kurd û Kurmancî, îtifaq û hewldanên têkiliyên nû derdikevin, fikarên ne cidî yên derbarê dewleta Tirkiye ya pêvajoya bi PKK’ê de zdetir dike. Nexasim PKK’ê kongreya xwe lidar xist, biryara fesîxkirin û dawîkirina hemû çalakiyên leşkerî dabû. Tişta ku Tirkiye bike pêşiya pêvajoyeke hiqûqî û siyasî vekirine. Lê belê piştî daxuyaniya PKK’ê ya 12’ê Gulanê giranîdayîna dewleta Tirk a dîplomasiya herêmî, dîsa daxuyanî û propagandayên ‘Piştî radestkirina çekan û şûnde wê gav bên avêtin’ ji aliyê çavdêran ve weke niyeteke baş ‘rewşeke ku bi fikar divê bê destgirtin’ tê nîşandan.
Lêbelê, balkişandina dewleta Tirkiyê li ser dîplomasiya herêmî piştî daxuyaniya PKKê ya 12ê Gulanê, û daxuyanî û propagandaya wê ya ku dibêje “piştî radestkirina çekan dê gav werin avêtin” ji hêla çavdêran ve wekî “rewşek ku divê bi guman were girtin” di derbarê niyeta wê ya baş de tê nirxandin.