NAVENDA NÛÇEYAN
Wezareta Darayî ya Iraqê bi fermî ragihand ku Herêma Kurdistanê ji para xwe ya heşt mehên sala 2025’an zêdetir pere wergirtiye, lewma ew nikarin mûçeyê 8 mehên bê bişînin. Sedema vê yekê jî bi dizîna neft û veşartina beşek zêde ya dahata navxweyî ya ji aliyê desthilatdarên herêmê ve tê girêdan, lê baca vê jî xelk didin.
Di 29’ê Gulanê de Wezareta Darayî ya Iraqê belgeyek bi îmzeya Wezîra Darayî ya Iraqê Teyfî Samî pêşkêşî Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Bexda kir vê dibêje; ‘Li gorî budceya salên 2023-2024-2025’an, Herêma Kurdistanê 12,67 ji para xwe ya budceyê wergirtiye, ji bo bûdceyê qet dahatek nemaye. Em êdî nikarin mûçeyê 8 mehên bê yên sala 2025’an ji bo Herêmê bişînin.”
Çavkaniya biryara Wezareta Darayî ya Iraqê ji kutê?
Wezareta Darayî ya Iraqê hemû dahatên petrol û ne-petrolê yên Herêma Kurdistanê ji bo budceya sê salan ku diviyabû pêşkêşî Iraqê bihata kirin, bi para pereyê Iraqê yê jibo mûçeyê karmendên herêmê dişand hesab kir. Yanî Iraqê mûçeyê 8 mehên bê yên herêma Kurdistanê, li gorî dahata Herêma Kurdistanê ku diviyabû radestî Iraqê bikira, hesab kiriye, lewma Iraq ragihandiye ku ew 8 mehên din mûçeyê karmendan naşîne.
Qumara desthilatdarên herêmê ya li ser mûçeyê xelkê!
Li gorî nivîsa Wezareta Darayî ya Iraqê belav kirî sedema ne şandina mûçeyê karmendên herêmê eve; “Dahata neftê di navbera salên 2023-2024-2025’an de ya Hikumeta Herêmê bi qasî 19 tirilyon dînar bû. Lê tenê 560 milyar dînar radestî Bexda hatiye kirin. Ji bo vê herêmê ji para xwe zêdetir pere wergirtiye û ya din radestî Iraqê nekiriye.”
Tevî Fraksiyonên Kurdî yên li Parlamentoya Iraqê nerazîbûna xwe ya dijî biryarê nîşan dan, lê beşek ji parlamenterên Kurd desthilata herêmê jî rexne dikin û desthilatê weke sedema rewşê dibînin. Ji ber ku dahata neftê ya Herêmê nediyare, dahata navxwe jî ji pêncan yek ji bo Bexda hatiye vegerandin, lewma mûçeyê 8 mehên îsal yên karmendên Herêma Kurdistanê di metirsiyê de ye.
Li aliyek din parlamenter Hikumeta Iraqê jî ji ber ku welatiyan dikin qurbanê pêşbaziya siyasî ya navbera xwe û herêmê de, bi tundî rexne dikin.
Mercên Iraqê yên ji bo şandina muçeyê meha 5 çine?
Li gor agahiyên Rojnews’ê, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî du merc ji bo şandina muçeyê meha Gulanê daniye, ew merc jî evin;
Yekem: Biryare di nava hefteya bê de îmze li ser lîsteya muçeyê muçexwerên Herêma Kurdistanê bê dayîn. Lê wê ew pereyê were şandin bi awayê deyn û li dervey para Herêma Kurdistanê ya di budceyê de be.
Duyem: Avakirina komîsyonek bilind a di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo çareserkirina muçeyê heşt mehên sala 2025’an.
Ev jî di demek de ye ku Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê di bersiva Wezareta Darayî ya Iraqê de bêyî ku ti îzahetek li ser veşartin û diziya dahata neftê û dahata navxwe ya Herêmê bide, biryara neşandina muçe wek berovajiyê benda sêyem a madeya 121 a destûra Iraqê bi nav kir. Li gor wê madeyê pêwîste dahata dewletê bi awayek dadperwerane bi ser herêm û parêzgehan de bê belavkirin.
Her wiha ragihandiye ku ji bo heşt mehên mayî yên sala 2025’an, 9 tirilyon, 110 milyar û 835 milyon dînar li cem hikûmeta Iraqê maye daku ji bo muçexwerên Herêmê bişîne, lê heta niha neşandiye.
Encam
Di dawiyê de hemû alî mijûlî şer û nakokiyên siyasî ne, lê yê sucdar çi Herêma Kurdistan be çi jî hikûmeta Iraqê be, qurbaniyên yekem welatiyên Herêma Kurdistanê ne û qumar li ser nanê wan tê kirin.
(kş-rn)