Ji bo çi Iraq kartên xwe yên bihêz li dijî dewleta Tirk bikar nayîne?

NAVENDA NÛÇEYAN

Peywendiya aborî û bazirganiyê ya di navbera dewleta Tirk û Iraqê de roj bi roj berfirehtir dibe, êdî ev peywendî gihiştiye asta herî bilind. Aboriya Tirkiyeyê niha ji bo Iraqê bûye kartek bihêz û Iraq dikare dewleta Tirk neçarî av berdanê bike. Lê ji bo çi heya niha Bexda vê kartê dijî Tirkiyeyê bikar nayîne?

Peywendiya aborî û bazirganiyê ya Iraq û Tirkiyeyê

Iraq û Tirkiye weke du welatên cîran xwedî peywendiyek kûr ya bazirganiyê ne. Di heftiya borî de şandek bilind ya bazirganiyê bi nûnertiya 150 hezar bazirgan û xwediyên kar gihiştin Herêma Kurdistanê. Ev şande gelek peyman û lihevkirinên bazirganiyê bi Herêma Kurdistan û Bexdayê re îmzekir.

Di 15 salên borî de dewleta Tirk avê weke çekek dijî Iraqê bikartîne û ava Firat û Dîcleyê bi qasî para Iraqê bernade. Ev yek bandorek nerênî li ser jîngeh û çandiniya Iraqê çêkir û çêdike.

Tevî gelek peymanên aborî û bazirganiyê, lê heya niha jî dewleta Tirk guh nedaye ti peymanan û ava her du çeman ya ji bo Iraqê tê kêmkiriye. Ev jî ziyanek mezin gihandiye Iraq û bi taybet jî beşa çandinî û avdêriyê rûbiruyî metirsiyek mezin hatiye.

Li gorî daneyên fermî ku ji aliyê Hikumeta Tirkiye û Iraqê ve hatine belavkirin, sala borî asta bazirganiya Bexda û Enqereyê gihiştiye 118 milyar dolarî, ji vê jî bi bihayê 60 milyar dolar ya Herêma Kurdistanê bû. Herwiha nêzî 2 hezar û 300 xwediyên kar û kompanyayên Tirkiyeyên li Iraqê kar dikin û jivê hejmarê jî hezar û 150 kompanya û xwediyên kar li Herêma Kurdistanê kar dikin.

Kompanya û xwediyên kar yên Tirkiyeyê bi taybet di warê berhemhênan, rê, neft, gaz, ceyran, behemhênana ajal, cilûberge, kîmyawî, runê zeytûn, fêkî, teknolojî, bijîjkî û perwerdeyê de kar dikin.

Konsolosê giştî yê Tirkiye yê li Herêma Kurdistanê Arman Topçu dibêje; “Weberhênana kompanyayên Tirkiye ya li Iraqê nêzî 35 milyar dolare û asta bazirganiya bi Iraqê ya sala borî de 118 milyar dolar derbaz kiriye.

Iraq di cîhanê de ji bo zindîkirina kel û pelên Tirkî yekem welate, li rexa vê jî Iraq bi rêya Tirkiyeyê neftê dişîne cîhanê ku salane milyaran dolar ji bo bikaranîna xaka Tirkiyeyê, dide Tirkiyeyê.

Li gorî daneyên fermî yên Tirkiye û Iraqê, nêzî hezar kompanya û xwediyên kar yên Iraqî li Tirkiyeyê kar dikin. Tê gotin li seranserê cîhanê herî zêde sermayedarên Iraqê xaniyan li Tirkiyeyê dikirin.

Kartên Iraqê yên li hemberî Tirkiyeyê çine?

Di peywendiyên kûr yên her du welatan de, zêdetirî xwe Iraq xwediyê kartên zextê ye. Ji ber ku di heman wext de karta tevgera bihêzkirina aborî û rûxandina aboriya Tirkiye di destê Iraqê deye. Lê ji ber lewaziya desthilatê û tevlîheviyê, Iraq nikare vê kartê dijî Tirkiyeyê bikarbîne.

Tevî hebûna Iraqê ya di guftugoyên bi dewleta Tirk re bihêztire, lê ticarî nekariye dewleta Tirk bitirsîne û daxwazên xwe bi Tirkiyeyê de bide sepandin.

Rêya Pêşketinê ku sala borî her du welatan li ser peyman îmzekir, kartek girîng û bihêz ya di destê Iraqê deye, Iraq dikare bi vê kartê daxwazên xwe bi ser Enqereyê bisepîne û pirsgirêkek mezin ji bo vê projeyê çêbike. Lê divê de jî ser neketiye.

Gelek kartên din di destê Iraqê deye ku dikare dijî Tirkiyeyê bikarbîne. Ya herî girîng jî boriyên nefta Iraqê yên di nav xaka Tirkiyeyê re derbaz dibin û salane milyaran dolar kirê dide dewleta Tirkin. Kartek din ya di destê Iraqê de ku dikare gurzek mezin li Tirkiyeyê bide, geştiyarî û weberhênane.

Iraq ji Tirkiyeyê du daxwazên sereke dike, yek ji wan berdana ava Firat û Dîcle wekû pêwîste. Ya din jî rawestandina êrişên hewayî û vekişîna leşkerên Tirk ya ji nav xaka Iraqê ye. Lê dewleta Tirk her du daxwazên Iraqê jî red dike. Ev jî ziyanek mezin digihîne Iraqê, lê Iraq bê helwste.

Li gorî çavdêrên siyasî eger Iraq kartên destê xwe de dijî Tirkiyeyê bikarbîne, wê bikare gurzek mezin li aboriya Tirkiyeyê bide. Ger Iraq vê bike wê Tirkiye neçar bibe daxwazên Iraqê bicihbîne, lê ji ber ku Hikumeta Iraq, hikumetek lewaze û nikare kartan bikarbîne, dewleta Tirk hertim mercên xwe li ser Iraqê disepîne.