ROJNEWS-SILÊMANÎ
Aborînas Mihemed Hisên li ser lihevkirinên gaz û neftê yên ku Herêma Kurdistanê li gel kompanyên Emerîkî kirî, got: “Ev lihevkirinên dema dawî hatine kirin, ji bo xizmeta her du binemalên desthilatdarin. Piştî lihevkirinê nakokiyên navbera Hikûmeta Herêm û Iraqê zêdetir bûn. Di encam de jî muçeyê heşt mehan yê karmendên Herêma Kurdistanê di metirsiyê de ye.”
Hefteya borî li ser navê Hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê li gel du kompanyên Emerîkî û Kanadî ji bo derxistin û hilberandina gazê ya li her du bîrên Mîran û Topxane ku dikevin sinorê parêzgeha Silêmaniyê lihevkirinek hat îmzekirin. Vê lihevkirinê bertek û nerazîbûnek zêde bi xwere anî û bû sedema kurbûna nakokiyên navbera hikûmeta Herêmê û hikûmeta Iraqê. Di derbarê mijarê de Aborînas Mihemed Hisên ji ajansa me re axivî.
Aborînas Mihemed Hisên di destpêka axaftina xwe de got: “Ev lihevkirin bi wê hêviyê hatiye kirin ku li du bîrên Herêma Kurdistanê gaza xwezayî bê derxistin û karanîn. Hatiye diyarkirin ku wê bi vê lihevkirinê re elektrîk zêdetir bibe. Lê di dema borî de jî çend lihevkirinek hatin kirin ku qaşo wê ji bo xizmeta welatiyan bi sûd ba. Lê di 15 salên borî de ti encamek ya wan lihevkirinan nehat dîtin. Lihevkirinên ku niha jî hatine kirin hîn ji destpêkê de bû sedema derketina nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê.”
Di dewama axaftina xwe de Mihemed Hisên da zanîn ku Bexda Hewlêrê bi wê çendê tometbar dike ku dahata neftê û dahata navxwe radestî Bexdayê nake û got: “Bexda dibêje berpirsên Herêmê peywendiyên xwe li gel Baasiyan de heye û bi peywendiyên ku li gel Emerîkayê de heye li dijî dewleta Iraqê bikartîne. Iraq vê yekê qebûl nake û li dijî vê çendê jî dibêje ewê ti budceyek ji bo Herêmê neşîne. Ev jî tê wateya muçeyê heşt mehan yê karmendên Herêmê ji ber nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê di metirsiyê de ye.”
Aborînas Mihemed Hisên da diyarkirin ku di lihevkirinên wisan de malbatên desthilatdar sûdmend dibin û got: “Di hemû lihevkirinên aborî de hin kes biserdikevin û hinek jî winda dikin. Di vê lihevkirina ku bi neft û gaza Herêmê hatiye kirin de jî malbatên desthilatdar dahat û petrodolar zêdetir bidest dixin. Ev jî bûye sedem ku rêjeya hejariyê zêde bibe, ji ber nedana pere ya ji aliyê hikûmetê ve bazirgan û belênder îflas dikin. Ev jî xirabiya hikûmraniyê nîşan dide. Her wiha rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê di 10 salên borî de bi berdewamî lewaz bûye. Lihevkirinên ku di rojên dawî de hatine kirin jî nakokiyan zêdetir kirine û bandorê li ser muçe kiriye.”
Di derbarê rêjeya welatiyên Herêma Kurdistanê ku ji van lihevkirinan sûd dibînin de Mihemed Hisên got: “Kesên ku girêdayî hizbên desthilatdarin ku ew jî du gurubin hin li Hewlêr û Dihokê ser bi binemala desthilatdarên wê herêmêne, yên din jî binemala desthilatdar a li Silêmaniyê ye. Ev rêje jî kêmtir ji sedî 50’yê runiştvanên Herêma Kurdistanê ye. Ji bona wê ev lihevkirinên dawî hatine kirin di xizmeta her du binemalên desthilatdar de ye.”
Li ser pirsa gefên ku Iraq dike ka çiqas di jêr bandora dewleta Îranê de ye, Mihemed Hisên wiha got: “Ne tenê Iraq, Herêma Kurdistan bi xwe jî di dayîna biryaran de di jêr bandora Îranê de ye. Rexne li ser peywendiyên nehevseng yên navbera Iraq û Îranê de hene. Ji berku ne li ser bingehê berjewendiyên hevbeş de ye belku di xizmeta aliyek de ye. Nakokiyên dawî yên li ser pêkanîna lihevkirina gazê ya li gel Emerîkayê de jî, aliyê hikûmeta Iraqê li ser ne şefafiya dahata neftê û navxwe a hikûmeta Herêmê neraziye. Dibêje dahat nediyare, hikûmeta Herêmê jî di bersivê de dibêje ku hikûmeta Iraqê di dema xwe de muçeyê karmendên Herêmê naşîne. Di vê navberê de jî xelkê Herêma Kurdistanê baca wê yekê dide.”
Aborînas Mihemed Hisên destnîşankir ku ti hewldanên rast ên ji bo çareseriya van pirsgirêkan nîne û got: “Ev pirsgirêk veguherîne nakokiyên siyasî yên ji bo berjewendiyên şexsî û hizbî. Bi taybet ku hilbijartina parlementoyê li pêşe, ji ber gendeliyê tevaya dahatê naçe xezîneya Wezareta Darayî, ji ber wê dahata hikûmeta Herêmê sinordare.”
Di dawiyê de jî Aborînas Mihemed Hisên got: “Berpirsên Herêmê giraniya xwe ya li Bexdayê lewaz kirine. Niha ji ber zêdebûna pirsgirêkên navbera desthilata Herêm û Bexdayê asoya çareserkirina pirsgirêkan gelek lewaz bûye. Pêwîste hikûmeta Herêmê bizane ku nabe pişta xwe bi dewletên din girêde, divê li gel hikûmeta navendî lihev bikin û tevayî pirsgirêkan çareser bikin. Divê debar û muçeyê welatiyan nexin nava pêşbaziyên hilbijartinê de.”
(kş)