Berî 42 salan 59 ciwanên Kurd ji ber Kurdbûna xwe hatin qetilkirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro 42 sal li ser komkujiya ku 59 ciwanên Kurd ên li Mihabat a Rojhilatê Kurdistanê di encama dana ber guleyan a hêzên Îranê de ji ber Kurdbûna xwe hatibûn qetilkirin re derbas dibe. Rejîma Îranê îro jî bi heman hişmendî Kurdan li girtîheh û kolanan ji ber daxwaza mafê xwe yên Kurdbûnê dikin darve dike

Di sala 1983’yan ji aliyê rejîma Îranê ve 59 ciwanên Kurd yên xelkê bajarê Mihabatê yê Rojhilatê Kurdistanê ji ber dijberiya hatina li ser hikûm a desthilata nû ya Îranê bigulebarkirinê hatin qetilkirin.

Kurdan ji Komara Îslamê re gotin ‘NA’

Piştî şoreşa gelan a Îranê ya di sala 1979’an de û hatina bi serokatiya Xumeynî hatina ser desthilatê ya hêzên Îslamî, welatên Kurd ku li dijî vê desthilatê bûn û di referandûma ‘Komara Îslamî yan na’ de dengê ‘Na’ dan Komara Îslamî, li hember hêzên Kurd û Kurdan rastî zextên desthilata wê demê ya Îranê hatin. Ji ber vê sedemê şer li wan herêman rû da.

Ji beriya 42 salan di rojek wek îro de nûçeya gulebarankirina bi kom ya 59 ciwanên Mihabadî yên li girtîgeha Tebrîz ku ji aliyê rejîma Îranê ve pêkhat, bi fermana Qeymeqamê wê demê yê Mihabadê Hemîdreza Culayî Purhate ragihandin.

Darvekirin û gulebarandina li ber çavên her kesî

Yek ji taybetmendiyên rejima Îranê bi komî darvekirin û gulebarankirine. Bi hatina ser hikûm ya Xumeynî re vê pêvajoyê bi gulebarankirina 11 welatiyên Kurd li Girtîgeha Dêzil Abadî ya Kirmşanê destpêkir û ta niha jî berdewame. Di roja me ya îro de hîna ev kiryarên rejîma Îranê berdewamin.

Piştî şoreşa gelan li sala 1979’an û hatina hêzên Îslamî li ser hikûm dibin serokatiya Xumeynî de, gelê Kurd li dijî vê desthilatdariyê bû. Di referandûma ‘Ji bo Komara Îslamî belê yan na’ de Kurdan dengê na bikaranîn. Ji bona wê gelê Kurd û partiyên Kurdan li dijî kîna desthilatdarê derketin û li herêmê şer rûdan.

Hêzên rejima Îranê rastî têkoşîn û berxwedana gelê Kurd hat. Ji bona wê xwest bi anîna hêzek zêde ya leşkerî deverên Kurd lê bihêz bixe dibin kontrola xwe de. Rejimê bi hezaran leşker anîn herêmê ji bo tunekirina berxwedaniya gelê Kurd.

Ji bo nixûmandina şikestina xwe dest bi operasyona girtina Kurdan kirin

Di vê pêvajoyê de rejima Îranê bi sedan ciwanên Kurd bi behaneyên ku alîkarî yanjî alîgirtiya partiyên Kurd kirine girtin û xistin girtîgehan. Ji bo nixûmandina binkeftina xwe dest bi darvekirin û komkujiya ciwanên Kurd kir. Di heman salan de bi dehan ciwanên Kurd li Balafirxaneya Sine gulebaran kirin. Ji Kirmanşan bigre ta Urmiye bi dehan ciwanên Kurd ên têkoşer bi behaneya daxwaza azadiyê kirine ji aliyê rejima Îranê ve hatin bidarvekirin û qetilkirin.

59 ciwan dan ber guleyan

Di wê pêvajoyê de gelek ciwanên Kurd ên ji Mihabadê di girtîgehên rejima Îranê de girtîbûn. Rejima Îranê ji bo şikestina xwe binixûmîne, di dawiya meha Gulana sala 1983’yan de li Girtîgeha Tebrîz 59 ciwanên Mihabadî di nava çend deqeyek de dadgehkirin û sizayê bidarvekirinê lê birîn û di heman girtîgehê de gulebaran kirin. Lê nûçeya gulebarankirina van ciwanan di roja 2’yê Hezîrana sala 1983’yan de bi fermana qeymeqamê Mihabadê hate belavkirin. Pirana wan temenê wan li jêr 18 saliyê de bûn.

Navên kesên hatine qetilkirin

Navê hinek ciwanên ku bi gulebaranê hatine qetilkirin wiha ne:

Zêro Teymûr, Ferzende Hacî Sedîq, Mestûre Şehsewarî, Nesrûlah Qedûsî, Tahîr Heqîqî Selîm, Hamîd Nûrî Muhmedemîn, Sofî Ebdula Muhmedî, Muhemed Cemîl Ercumendî, Welî Cewahêrî, Muhemed Salih Meazî, Qadî Şêxozadî Ebdula, Muhemed Mehmudzade, Hoşeng Mihemedî, Mîrza Ebdula, Ebdula Şame, Kake Ehmed, Xidir Xefûrî û Resûl Seferî.

Her çendî ku 42 sal bi ser vê komkujiyê re derbaz dibe jî, lê hîna cenazeyên ciwanên Kurd radestî malbatan nehatiye kirin û cihê ku cenaze lê hatine veşartin jî ji malbatan re negotine.

Di roja me ya îro de jî komkujiyên rejima Îranê li hemberî Kurdan berdewame, bi dehan ciwanên Kurd di girtîgehên Îranê de bi sizayên darvekirinê hatine ceza kirin. Rejîma Îranê hîn dawî li zilma xwe ya li hemberî Kurdan neyanî ye. Salene hîn Kurdan bi hîncetên cuda tên darvekirin û qetilkirin. Di roja 8’ê Îlona 2018’an de Ramîn Hisên Penahî, Zanyar Muradî û Luqman Muradî bi komî hatin darvekirin.

Ji aliyê rejîma Îranê ve hîn qetilkirina bi komî ya Kurdan berdewam dike. Ji aliyekê ve jî li ser sînor kolberên Kurd bi gulebaranê têne qetilkirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê meha Hezîranê weke salvegera darvekirina bi komî hatiye naskirin. Sedema vê jî ji ber ku di 4’ê Hezîrana 1980’an de rejîma Komara Îslamî ya Îranê destî girtî destê xwe de û di nava salekê de cezayê darvekirinê da gelek aktîvîstên siyasî, şoreşger û kesayetiyên naskirî.

Sala 2024’an li herêmên sînorî di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de 50 kolber û welatî hatin qetilkirin, zêdetir 250 kes jî birîndar bûn.

Ji serê sala îsal hata meha Gulanê 20 kolber li xetên sînorî hatin qetilkirin û 135 kes jî birîndar bûne.

Serhildana nû ya dijî zilm û zordariyê: Jin, Jiyan, Azadî

Şoreşa nû ya ku li dijî zilm û zordariya dewleta Îranê serî hilda, şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bû. Di 13’ê Îlona sala 2022’yan de jina Kurd Jîna Emînî ya ji bajarê Seqîz ya Rojhilatê Kurdistanê ku ji ber serdana xizmekê xwe çûbû Tehranê, bi hinceta ne guncaw pêçana serê xwe, ji aliyê ‘Polîsên Exlaq’ rejîma Îranê ve hate binçavkirin. Jîna Emînî dibin çavan rastî êşkenceyê hat û encamê de kete komayê. Piştî 3 rojan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Ev bûyer bi xwere nerazîbûnên mezin anî, bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li seranserê bajarên Rojhilatê Kurdistanê, piştre jî li bajarên Îranê gel daket qadan û dijî rejîmê serî hilda. Bersiva dewleta Îranê ya dijî daxwazên gel, dîsa bû darvekirin. Di serhildanê de bi dehan ciwanên Kurd, hatin binçavkirin, revandin, girtin, êşkencekirin, qetilkirin û darvekirin.

Dewleta Îranê rojane li ser sînoran êrişî kolberan dike û qetil dike, li aliyek din di rojên dawî de jî li dijî Kurdan pêla binçavkirin û revandinê daye destpêkirin. Di nava mehekê de bi dehan çalakvan û welatiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatine revandin û heya niha jî aqûbeta wan nayê zanîn. Zordariya beriya 42 salan îro jî li dijî Kurdan dewam dike.