ÎBRAHÎM ÊZIDÎ- ROJNEWS
Şengaliyên ku ji hovîtiya DAÎŞ’ê reviyan û li kampên Başûrê Kurdistanê bicih bûn, ji bo vegerin ser axa xwe rastî gelek astengiya tên. Êzidiyên koçber, bûne qurbaniyên nîqaşên siyasî di navbera Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê û rayedarên Herêma Başûrê Kurdistanê de.
Koçberên Şengalê ku ji ber êrîşên DAÎŞ’ê berê xwe dabûn Başûrê Kurdistanê, hîn jî nikarin vegerin ser axa xwe û bûne qurbaniyên nîqaşên di navbera Wezareta Koç û Koçberan a Herêma Başûrê Kurdistanê û ya Iraqê de. Her du wezaret hevdû tometbar dikin, lê di encamê de civaka Êzidî yê ku dixwaze vegere, rastî astengî û rêgiriyan tê. Salvegera fermana 11’an ya 74’an a li ser civaka Êzidî nêzîk dibe, lê hîn jî gelê Êzidî yê ku ji ber hovîtiya DAÎŞ’ê koçber bûbûn bi temamî venegeriyane ser axa xwe û di nava kavil û kampan de, di bin desthilatdariya PDK’ê de li Başûrê Kurdistanê dijîn.
Gelê Şengalê hez nake di nava kampan de bijî, lê çend sedemên sereke hene ku ew nikarin vegerin Şengalê. Di vê raporê de emê çend sedemên bingehîn yên ku li ber vegera koçberan dibin asteng, diyar bikin.
Dema çeteyên DAÎŞ’ê êrişî Şengalê kirin û piştî ku pêşmergeyên PDK’ê reviyan, êdî gel jî neçar ma berê xwe bide Başûrê Kurdistanê. Di wê demê de 26 hezar û 411 malbat, ku dibûn 123 hezar û 846 kes, di nava 15 kampan de tenê li Dihokê hatin bicihkirin. Her wiha 8 hezar û 881 malbat, ku dibûn 28 hezar û 632 kes jî ji ber ku cih di nava kampan de nebû, li nava kavilan hatin bicihkirin.
Li gorî lêkolîn û agahiyên me yên ku ji rêxistinên mirovî, saziyên peywendîdar û Wezareta Koç û Koçberan a Iraq û Herêma Kurdistanê hatine girtin, hejmara kes û kampên li Dihokê wiha ne:
Hejmara Kesan | Hejmara Malbatan | Navê Kempan |
5098 | 1019 | Bêrsif 1 |
7012 | 1431 | Bêrsif 2 |
3328 | 637 | Derkar |
21551 | 4310 | Çemmişko |
11649 | 2323 | Keperto 1 |
11346 | 2278 | Keperto 2 |
8411 | 1684 | Bacid Kendala |
14072 | 2691 | Xankê |
12430 | 2384 | Qendîl |
860 | 172 | Mamiliyan |
12180 | 1315 | Şariya |
2621 | 501 | Dawidiya |
12871 | 2511 | Êsiyan |
7339 | 1524 | Mam Reşan |
3178 | 633 | Şêxan |
28632 | 8881 | Li Derveyî kampan |
Li Kampa Aştî ya Silêmaniyê jî hezar û 836 malbat ku dibûn 8 hezar û 745 kes, diman. Ev kamp niha hatiye girtin û hemû malbat vegeriyane Şengalê.
Saziyên navnetewî alîkariyên ji bo koçberan sekinandin
Di wê demê de 22 rêxistinên alîkariya mirovî yên navxweyî, her wiha 44 rêxistinên alîkariya mirovî yên navdewletî bi awayekî fermî bi koçberan re eleqedar dibûn. Lê di sala 2024’an de Wezareta Koç û Koçberên Iraqê ragihand ku pêwîste heta 30’ê Tîrmeha heman salê deriyê kampên koçberan li seranserê Iraq û Başûrê Kurdistanê werin girtin. Wezaretê bi rêya hikûmetê karê hemû rêxistinên alîkariyê ji bo koçberan rawestand, ji bo ku vegerin ser malên xwe. Ji wê demê de piraniya rêxistinên navdewletî ji nava kampan vekişiyan û niha tenê hin rêxistinên navxweyî alîkariya koçberên nava kampan dikin.
Rawestandina Rêxistina USAID û bandora wê li ser vegerê
Piştî ku Donald Trump cara duyemîn bû serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, alîkariya ji bo Rêxistina Dewletên Yekbûyî ji bo Pêşxistina Navneteweyî (USAID) hate rawestandin. Ji ber ku alîkariya Rêxistina Koçberan a Navneteweyî jî ji heman rêxistinê dihat, piştî ku USAID kar û xebatên xwe dan sekinandin, rêxistina IOM jî bernameya xwe ya bi Wezareta Koç û Koçberên Iraqê ya ji bo vegera koçberan rawestand. Di heman demê de, malbatên ku vedigerin Şengalê û berê nêzîkî 3 hezar dolarî werdigirtin, niha ew alîkarî jî hatiye sekinandin bi hinceta nebûna budçeyê ji Wezareta Koç û Koçberan.
Vegera Gel û Banga Rêveberiya Xweser a Şengalê
Di sala 2019’an de Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo vegera koçberan lijneyek ava kir, da ku pêdiviyên gel di aliyê av, kehrebe û paqijkirina malan de pêşwazî bike. Her wiha Rêveberiya Xweser a Şengalê banga vegerê li gelê Şengalê kir. Piştî vê bangê, ji sala 2019’an heta niha, li gorî daneyên ku me ji Wezareta Koç û Koçberên Iraqê bidest xistine, malbatên ku bi awayekî fermî vegeriyane Şengalê û navên xwe di wezaretê de qeyd kirine 25 hezar û 664 malbat in, ku dibin 128 hezar û 320 kes. Piraniya van malbatan vegeriyane Xanesor, Sinûn, Navenda Şengalê, Til Ezêr, Sîba Şêx Xidir. Her wiha cihên mîna Girzêrîk, Rembûsî, Tilbenat, Til Qeseb û Digur jî di van her sê salên dawî de navendên sereke ne ku xelkê wan lê vedigere. Herdan, Koço û Hatimî ew sê cihin ku herî kêm malbat lê vegeriyane.
Gelek kes bi derfetên xwe vegeriyane Şengalê û navên wan nehatine tomarkirin. Li aliyê din, kesên ku beriya sala 2019’an vegeriyane Şengalê jî navên wan nehatine qeydkirin, ji ber ku wê demê Ofîsa Wezareta Koç û Koçberên Iraqê li Şengalê nebû.
Ji bo vegera koçberan, Wezareta Koç û Koçberên Iraqê li gel Rêxistina Koçberan a Navdewletî (IOM) bernameyek danî. Li gorî bernameyê, rêxistin wê erka navbeynkariyê di navbera Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê û rayedarên Başûrê Kurdistanê de bide meşandin ji bo belgeyên vegera malbatên ku vedigerin sererast bike. Ji bo wê jî her malbatek bi rêya IOM ku vedigere ser axa xwe, wê nêzîkî 1.300 dolarî werbigire. Her wiha ev malbat ji bo pêdiviyên sereke bi qasî 4 milyon dînarên Iraqê, ku dike nêzîkî 3 hezar dolarî, ji Wezareta Koç û Koçberan werbigire.
Di çarçoveya vê bernameyê de, di nava salên derbasbûyî de bi hezaran malbat vegeriyan Şengalê. Lê gelek malbat bi derfetên xwe, bêyî ku alîkariyê ji ti cihekî werbigirin, vegeriyan ser axa xwe.
Daneyên Vegerê (Malbatên Ku Vegeriyane)
Di 2019’an de, 258 malbat
Di 2020’an de, 9128 malbat
Di 2021’an de, 5664 malbat
Di 2022’an de, 1001 malbat
Di 2023’an de, 3278 malbat
Di 2024’an de, 4235 malbat
Di 2025’an de 2080 malbat vegeriyane û hê jî vegera malbata dewam dike.
(eh)