SILÊMANÎ/ROJNEWS
Îsal ji ber kêm barînê rêjeya avê jî bi awayek berçav kêm bûye, ev yek metirsiyê li ser ava vexwarinê jî çêdike. Berdevkê Rêveberiya Ava Silêmaniyê got; “Serêkaniya Ava Serçinar, ava beşek niştecihên Silêmaniyê dabîn dike, lê niha asta wê gelek kêm bûye.”
Ji ber îsal baran kêm bariyaye, rêjeya avê jî bi awayek berçav kêm bûye, ev yek jî metirsiyek mezin li ser belavkirina ava vexwarinê ya ji bo welatiyan çêdike. Herwiha rêjeya ava depokirî ya di bendavan de jî li gorî salên borî, ji bo astek metirsîdar kêm bûye.
Derbarê belavkirina ava vexwarinê ya ji bo welatiyên Silêmaniyê, Berdevkê Rêveberiya Ava Silêmaniyê Amanc Elî ji ajansa me re axivî.
Amanc Elî got; “Projeya ava Serçinar ava beşek ji niştecihên Silêmaniyê dabîn dike, lê ji ber kêm barînê asta vê avê jî gelek kêm bûye. Lê hîn jî belavkirina avê dewam dike. Salên borî divê demê de av baş bû, lê niha ava ji bo belavkirinê bi destê me dikeve, gelek kêm bûye.”
Amanc Elî di dewamê de got; “Li gorî berê her 3 roj carek av tê belavkirin û zêdetirî 50 sale ev av tê belavkirin ranewestiyaye. Ji bo vê li gorî pêşbiniyên me wê îsal jî belavkirina avê raneweste. Belavkirina ava vexwarinê ya ji bo niştecihan karê serkeye, ji bovê em nikarin di werza kêm aviyê de, avê ji bo seyrangehan dabîn bikîn. Em bang li welatiyan dikin ku nehêlin ava wan vale biçe û hişyar bin.”