SILÊMANÎ-ROJNEWS
Dr. Mihemed Emîn balê dikêşîne ser sedemên têkdana jîngehê û bang li aliyên peywendîdar dike ku tedbîrên pêwîst bigirin û bankayek ya tovên organîk ava bike.
Sîstema sermayedariyê an jî modernîteya kapîtalîst xwe li ser qezenc, kesên din û berjewendiyên xwe avakiriye. Di wê çarçoveyê de jî yek ji qurbaniyê sereke sîstema kapîtalîs mijara jîngehê ye. Ango îro em dibînin avhewa û jîngeha cîhanê ketiye çi rewşeke xirab. Ji aliyekî pêşkeftinên pîşesaziyê û ji aliyekî din jî nedîtin û xwe berpirsyar nedîtina mirovan bûye sedem ku hêdî hêdî gerestêrka em tê de dijîn ber bi tunebûnê ve biçe. Di vê derbarê de Lêkolîner û Pisporê Jîngehê Dr. Mihemed Emîn ji ajansa me re axivî.
Doktor Mihemed Emîn li serêtaya gotinên xwe de guhertina avhewayê wek diyardeyek cîhanî pênase kir û got: “Ew diyarde bi awayekî xurt bandoreke mezin li ser welatê me li gor welatên din yên ku pirsgirêka wan ya avê zêde tune ye, kiriye. Ev jî bi sedema wan çalakiyane ku ji aliyê mirovan ve tê kirin ku ew jî ji ber bikarîna enerjiyê ye ku rêjeyek zêde ya karbondîoksît têkelî atmosfere bibe û dibe sedema guherîna avhewayê. Li Herêma Kurdistanê her tim pirsgirêka kêm aviyê heye. Lê ji ber sedema ew guhertinên li cîhanê rû didin, pirsgirêka hişkesalî yan çolbûyînê zêde bûye. Li Iraq û Herêma Kurdistanê jî di vê mijarê de qeyraneke kûrtir derketiye.”
Di dewamê de got; “Ew guhertinên ji ber hişkesaliyê û kêm aviyê çêbûne, bûye sedem ku berhemên çandiniyê kêm bibin yan jî qalîteya wan nebaş be. Ev jî dibe sedem ku pişta xwe di vî warî de bi welatên derve ve girê bidin. Ev jî ziyanê digihîne tenduristiya mirovan. Her wiha pirsgirêka birîna ava çemên Dîcle û Firatê dibe diyardeya çolbûyînê. Ev jî dibe sedem ku mirovên berê sûd ji avên van çeman dîdît, koçî deverên pirsgirêka avê lê neyî bikin. Bêgûman ev yek jî ji bo nifşê pêşerojê û ji bo erdnîgariyê pirsgirêkên mezin çêdike. Kurdistan jî ji van guherînên avhewa û jîngehê bêpar nîne.”
Têkildarî zerer û ziyana kargehên pîşesaziyê ji mirovan, jîngeh û avhewayê re jî Dr. Mihemed Emîn wiha got; “Kargehên pîşesaziyê gelek nêzîkî cihên nîştecihbûnê yên mirovanin. Mînaka vê jî Taslûceya Silêmaniyê ye. Lê di rastiyê de divê ev kargehane 20-30 kîlo metre ji cihên nîştecihbûna mirovan dûr bin. Ev yek jî erkê hikûmet, rêveberiyên di warê jîngehê û aliyên peywendîdarin ku ji bo ku ev kargehane metirsiyê li ser jiyana mirovan û jîngehê çênekin; tedbîrên pêwîst bi awayek demildest bigirin daku ew gazên jehrî belav nebin. Di vê çaroveyê de kargeh li cihên ji mirovan dûr werin çêkirin.”
Derbarê navendên perwerdeyê çiqas dikarin xwendevanên dostên jîngehê bigihînin û girîngiya vê ji bo jîngeh û mirovahiyê çiye jî, wiha got; “Ev mijareke gelek girînge. Pêwîste hîn li dibistanên dayikê ev hişyariye di zêhna zarokan de were çandin, daku ferdek û nifşekê jîngehdost were were gihandin.”
Di dawiyê de Lêkolîner û Pisporê di Warê Jîngehê de Dr. Mihemed Emîn wiha got; “Ez bang li aliyên peywendîdar dikim ku bankayek ya tovên xwerist (organîk) ava bikin daku bikaribîn di jingehekê din de sûdê jê bigirîn. Divê tov û şinatiyên organîk werin parastin.”
(wd)