NAVENDA NÛÇEYAN
Pirgirêka mûçeyê karmendan, yek ji bi dehan pirsgirêkên sereke ye ku di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de heye. Her du alî ketine nav hevrikiyeke siyasî û li dijî hev bikar tînin. Lê belê qurbanî an jî mexdûrê sereke yê vî şerî û hevrikiya siyasî ya di navbera Bexda û Herêmê de, bê gûman vê carê jî dîsa karmend û welatiyên Herêma Kurdistanê ne.
Pirsgirêka mûçe çawa destpê kir?
Sala 2014’an hikûmeta Iraqê, ku wê demê Nûrî Malikî serokwezîr bû, biryara birîna budceya Herêma Kurdistanê da. Ev biryar di encamê ragihandina aboriya serbixwe û lihevkirina 50 salî ya desthilatdarên Herêma Kurdistanê ji bo derxistina petrolê bi dewleta Tirk re, hate dayîn.
Desthilatdarên Bexdayê ji wê demê heta vê kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî bênavber bang li Herêma Kurdistanê dikin ku petrol û dahata navxweyî radestî Bexdayî bike û wê demê dê Bexda jî budce û mûçe ji wan re bişîne.
Hemû salan Herêma Kurdistan û Bexda lihev dikin ku Bexda mûçe bişîne û Herêma Kurdistanê jî li beramberî mûçe û budceya Bexda ji wan re dişîne, petrol û dahata navxweyî ji Bexdayê re bişîne. Lê heta niha her du alî jî pabendê van lihevkirinên salane tên kirin û li ser kaxezê dimînin, nabin.
Sala 2022’yan Herêma Kurdistan û Bexda ji bo salên 2023, 2024 û 2025’ê lihevkirine ji bo bidawîkirina pirsgirêka mûçe û petrolê îmze kirin. Erk û mafê her du aliyan di lihevkirinê de hatin diyarkirin ku bi awayek Herêm petrolê radestî Şîrketa SOMO ya petrolê bike û ji 50% dahata navxweyî jî bide Bexdayê. Li beramberê wê jî Herêma Kurdistanê dê ji 12% pişkê xwe yê budceya Iraqê ya salê wergire.
Lêbelê vê pirsgirêka bûyî girêkor û nexweşiyek kronîk, di van her sê salên navborî de jî dewam kirin. Ji ber ku Herêma Kurdistanê petrol radestî Bexdayê nekir û mehane 350-380 hezar bermîl petrol firot. Dahata vê petrola ku ji aliyê Herêma Kurdistanê ve tê firotin naçe bo Wezareta Darayî ya Herêmê û tu kes nizane ev dahat diçe kû derê û çi jê tê.
Hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê di wan sê salan de zêdetirîn qasiya dahata navxweyî, ku radestî Bexdayê kiriye 98 milyar dînar bûye. Li hêdî hêdî ev qasiye jî kêm kiriye bo 51 milyar dînar bû ku meha borî ji Bexdayê re şand.
Li beramberî wê jî Bexdayê di wan sê salan de bi kêm û kurtî mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê şandiye. Heceta wê jî ewe ku Herêma Kurdistanê pabendî lihevkirina di navbera Herêm û Bexdayê de nebûye û tim xwe ji cîbicîkirina yasaya budceya giştî ya Iraqê û lihevkirinên pêk hatî, didize.
Ji bo çareserkirina vê pirsgirêka bûye girêkor, Dadgeha Federal a Iraqê biryar da ku pirsgirêka mûçeyê Karmendên Kurdistanê ji nakokiyên siyasî yên di navbera Herêm û Bexdayê dûr bixe, her wiha dadgehê Bexda pabendê wê yekê kir ku mûçeyê karmendan bişîne û Herêm jî pabendê wê yekê kir ku petrol û dahata navxweyî radestî Bexdayê bike.
Pirsgirêk çawa gihişt vê astê?
Di 19’yê Gulanê de, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê du peymanên enerjiyê di navbera du şîrketên petrolê yên Amerîkî HKN Energy û ONEX Group de îmze kir.
Çend roj berî îmzekirina peymanê, Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî Hewlêrê di daxuyaniyekê de got: “Em êdî mûçeyên ku bi vî rengî ji Herêma Kurdistanê re têne şandin qebûl nakin. Ma em parsektiyê ji Bexdayê nakin ku mûçe ji Bexdayê wergirîn. Lewra em vî cûrê şandina mûçe qebûl nakin.”
Ev gefa Barzaniyê û herdu peymanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de xirab kirin. Çend roj piştî lihevkirinê, Wezîra Darayî yê Iraqê Teyf Samî biryareke fermî derxist û biryar da ku mûçeyê hemû karmendên Herêma Kurdistanê bibire. Li ser vê yekê mûçeyê meha Gulanê yê karmendên Herêmê biryar bû Bexda pêş Cejna Qurbanê bişîne, rawestand û neşand.
Hefteya borî, PDK’ê hemû partiyên Başûrê Kurdistanê ji bo civîneke lezgîn vexwendin Pîrmamê daku biryarekê li dijî biryara Bexdayê bidin. Lê partiyên opozîsyonê ev vexwendin red kirin û tenê çend partî beşdarî civînê bûn. Lê di civînê de tu biryarên dihatin payîn bên dayîn, nehatin dayîn.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê dawiyê bi Serokwezîrê Iraqê re civiya daku wî razî bike ku mûçeyê karmendan bişîne, lê ev hewl dan jî bê encam ma. Lê Sûdanî di hevdîtina roja Sêşema borî ya bi Fraksiyona Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê, hemû tiştên di hindirê xwe de der kir.
Sûdanî: Pereyê em ji bo mûçeyan dişînin, Herêm nade karmendan
Sûdanî di hevdîtina bi Yekgirtûya Îslamî re got; “Herêma Kurdistanê henekê xwe bi me dike. Ew petrol û dahatê radest nakin. Ew petrolê difiroşin û dahata wan nayê zanîn. Em mûçeyan dişînin lê Herêma Kurdistanê nade karmendên xwe. Tevî vê yekê jî mûçe ji Bexdayê dixwazin. Piştre gefan li me dixwin. Lê diçin bêyî agahdarkirina Bexdayê girêbestên petrolê îmze dikin.”
Her wisa Sûdanî gotiye ku ew wek Serokwezîrê Iraqê bêyî tu piştgiriyek siyasî û yasayî mûçeyek ji Herêma Kurdistanê re bişîne.
Li hember vê yekê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hincetên xwe nîşan dide û dibêje ku Herêmê dahata mehane li gorî mîqdara daxwazkirî şandiye û petrol radest kiriye, lê Bexda rê li ber hinardekirina petrolê digire. Di heman demê de lîsteya karmend an mûçexuran bi awayek şefaf û zelal radestî Bexdayê kirine.
Niha, di navbera nakokiya siyasî ya di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, karmendên Herêma Kurdistanê bûne qurbanî û dê vê Cejna Qurbanê bi bêrîkên vala derbas bikin.
Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab Nûrî jî têkildarî mijarê got; “Eger Bexda mûçeyan neşîne, wê demê alternatîfek me heye û em dikarin mûçeyan bi dahata petrol û dahata navxweyî bidin karmendên xwe.”
Welatî û karmendên xwedî mûçe jî dibêjin, eger Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare bi van herdu dahatan mûçeyan bide, çima di vê cejnê de mûçeyan nade û ji Bexdayê mûçeyan dixwaze?
(wd)