‘Sedemê karneanîna zerfên kaxez ya li firinan, giraniya nirxê wê ye’

ROJNEWS-SILÊMANÎ

Di dema borî de bikaranîna kîsên naylon li hemû firinên sinorê parêzgeha Silêmaniyê hatin qedexekirin û li şûna wan zerfên kaxez hatin karanîn. Ev biryar demek hat pêkanîn, lê piştre ev biryar jî wek hemû biryarên din ên Herêmê hatin paşguhxistin. Xwediyên firinan dibêjin sedem giraniya nirxê zerfên kaxezin. Rêveberê Xweparastinê yê Tendirustiya Silêmaniyê jî dibêje ji bo pêkanîna biryarê pêwîstî bi dem û avakirina kargehek ya çêkirina kaxezan heye.

Di sala 2019’an de Qeymeqamtiya navenda Silêmaniyê biryarek li ser karanîna zerfên kaxez ji bo firinên li sinorê parêzgeha Silêmaniyê da. Lê ev biryar tenê demek hat bicihanîn. Xwediyên firinan jî sedemê wê bi giraniya nirxê zerfên kaxez ve girêdidin û dibêjin dema nan tê xistina van zerfan de nan req dibe.

Di derbarê sedemê karneanîna zerfên kaxez de xwediyê firinê Dana Mehmud got: “Her çiqas nirxê kaxezan giran bû, lê me di destpêkê de biryar bicih anî. Lê xelkê ev kaxez nedibirin û dîsan kîsên naylon bikar dianîn. Yan jî kaxez dibirin û piştre jî kîsê naylon jî dibirin, ev ji bo me ducarî ziyan bû. Sibehan jî dema nan dixistin nava zerfên kaxez de nan req dibû. Her wiha nirxê zerfên kaxez giran bû.”

Welatiyê bi navê Rêbaz Mihemed jî got: “Welatî fêrî karanîna kîsê naylon bûne û kîsê kaxez kêmtir nan diçinê û têde req dibe.”

Di 30’yê Tîrmeha 2019’an de Qeymeqamê Silêmaniyê Awat Mihemed li gel nûnerên firinên Silêmaniyê civiya û piştre jî di civînek çapemeniyê de ragihand wan biryar daye li şûna kîsên naylon û plastîk zerfên kaxez li hemû firinan bên karanîn. Wê demê 10 roj dem hat dayîna xwediyên firinan daku biryarê bicih bînin û hat gotin yê biryarê bicih neyîne wê were cezakirin. Lê niha ev biryar nayê bicihanîn.

Rêveberê Xweparastina Tendirustiya Silêmaniyê Dr. Bextiyar Elî jî têkildarî ziyanên karanîna kîsên naylon axivî û got: “Naylon ji pêkhateyek neftê tê çêkirin û tevlî xurakê dibe, ji bilî wê jî jîngehê qirêj dike. Ji bona wê baştire berhemên xurakî bê xistina zerfên kaxez de û naylon bikarneyînin.”

Têkildarî sedemê bicihneanîna biryara qeymeqamtiya Silêmaniyê jî Dr. Bextiyar got: “Ev kar pêwîstî bi dem û avakirina kargehek ya çêkirina zerfên kaxez heye.”

(kş)