Jineke dizaynera cilûbergên Kurdî bi awayek cuda çanda Kurdî diparêze

RANYA-ROJNEWS

Ji bo parastina çanda Kurdan jinên Kurd rola herî girîng dileyîzin û heger jin tunebe, ne dûre ku di demeke kurt de mijarên çandî ber bi windabûnê ve biçin. Heta niha jî jin hewl didin ku bi rêyên cûda û tevlîkirina mijarên çandê bi serdema modern re, wê çanda kevn biparêzin û zindî bihêlin.

Yek jî ji wan kesên ku xwe li beramberî çanda Kurdî berpirsiyar dibîne Çiro Umerî ya destrengîne, ku ji navçeay Ranyayê hewla parastina cilûberg û çanda Kurd dide û mijarên kevin nû dike û dibêje: “Xwesteka jinên ciwan ji bo cilûbergên Kurd yên kevin heye.”

Jinên Kurd di dirêjahiya dîrokê de bi hêz û şiyana xwe hatine nav qada xebatê û bûne xwediyê aboriya serbixwe ya xwe. Her wiha çand û resentiya Kurdî parastiye û wek hemû warên jiyanê li wî warî jî roleke bandor leyîsitine. Di wê çarçoveyê de jî, jineke terzî û dîzaynerê cilûbergên Kurdî ya bi navê Çiro Umer ev 10 salin terzîxaneyek vekirtiye û li ser guherînên di cilûbergên Kurdî û zindî hiştina çanda Kurdî de ji ajansa me Rojnews’ê axivî.

Çiro Umer jineke terzî ye û xelkê navçeya Ranyayê ye. Çiro kar li ser nûkirina cilûbergên çandî û folklorik dikee û div ê derbarê de wiha got; “Komelek şêwazên kevin yên cilûbergên Kurdî me nû kirine ku di kevin de hebûn. Wek kiras, fîstan û êlek ku bi hev re tên berkirin ji bo xweparastina ji sermayê. Kiras ji qumaşê stûr dihatin çêkirin. Lê ez niha bi qumaşên cuda û tenik çêdikim ku ji aliyê jinên ciwan ve daxwazeke mezin li ser heye.”

Terziya cilûbergên Kurdî got; “Berê ew pêlav ku dapîr û dayikên me bikar tînan hebûn. Lê me ew jî nûkirine û ev yek jî dibe nûkirina cilûbergên kevin yên Kurdî yên çandî. Ji bilî kiras û pêlavan, gelek kulav û çanteyên çêkirî yên xwe hene. Ev çanteyane bi heman şêwe ji bo ser cilên Kurdî tiştek gelek xweş, nazik û kubarin.”

Xweşikirin û dizaynkirina cilûbergên çandî yên gelêrî beşeke girîng ya karê Çiro ne. Bo nimûne aksesuwaran bi mercanên kevin çêdike û dibêje: “Ji demê berê ve ev mercane hene, me niha ew kirine stuvank, tiştên weke bazin û guhar.”

Çiro Umer yekem bawernameya terzîtiya cilûbergên gelêrî yên Kurdî di sala 2008’an de wergirtiye û heta niha çendin bawernameyên cuda di warê terzîtiya cilûbergên Kurdî û dizayna cilûbergên Kurdî de wergirtiye. Wek ku ew bixwe dibêje, “Min çendin dewre ji bo jinên Ranyayê vekirine, her wiha min derfeta kar ji bo çend jinan jî ava kiriye. Ez bang li jinan dikim ku di warên cuda cuda de kar bikin û hûn bixwe bibin xwediyê karê xwe.”

(wd)