Ji qêrîn û birînên gelê Kurd ber bi mûzexaneyeke netewî ve: Emnesûreke

SILÊMANÎ/ROJNEWS

Mûzexaneya Emnesûreke bûye sembola li dijî zilm, zordarî û binpêkirina mafê mirovan a ji aliyê rejîma Baasê ve. Bûye navnîşaneke ya canbexşane û fedekariya zarokên Kurd a li hemberî rejîma diktator. Bi hezaran destan li vir hatine nivîsîn.

Li navenda bajarê Silêmanî li ser fermana Midûrê Ewlehiyê yê Silêmanî bi piştgiriya hinek saziyên Hikûmeta Baasê, 30’ê Îlona 1979’an ku Sedam Huseyîn kete ser desthilatê berê bingehîn yê Emnesûreke li ser rûbereke 16 hezar û 880’ê metre çargoşeyî hate avakirin. Dîzayna wê jî ji aliyê endazyarên rojhilatê Elmanya ve hate xêzkirin.

Cara yekem projeyek wiha li Silêmaniyê hate danîn. Ev navend ji ber rewşên siyasî ya demê ji bo kontrolkirina xelkê bajar hate avakirin. Xelkê Silêmanî kesên welatparêz û şoreşger bûn.

Ev proje di sê qonaxan de hate girtina dest. Qonaxa yekem û duyemîn sala 1984’an bi rêya îdareya taxê ya Silêmaniyê hate bicihanîn. Destpêkê weke avahiyeke asayî hate çêkirin. Weke saziyeke kar hate çêkirin. Hinek girtî jî lê hatin bicihkirin. Lê belê sala 1980’an bi fermi bû Navenda Ewlekariyê ya Giştî ya Silêmaniyê.

Piştre qonaxa siyemîn weke avahiyeke asayî sala 1987’an hate avakirin. Piştre hate restorekirin, kirin girtîgeh. Li vir beşek navenda lêkolîn û lêpirsîn, beşek jî êşkencexane. Li vir gelek kes hatin girtin, bi taybet xwendekar û pêşmerge bûn. Li vir bi rengê herî hovane hatin êşkencekirin. Li vir êşkenceya derûnî, elektirî, kêvil, hilawistin, heta niha jî şonwarên van cûre êşkencan li vê navendê hê jî zîndî hatiye hiştin.

Yek ji wan girtiyên ku 17 mehan li vê navenda êşkencexaneyê mayî Hisên Şêx Kerîme, Hisên Şêx Kerîm ji Rojnewsê re qala çîroka xwe kir. Ev pêşmerge wiha qala çîroka xwe dike: “Roja 7’ê Çileya 1987’an li bendeke ya kontrolê ya istixbaratê ya navbera Jarawa û Qeladizê û li wir em tên girtin. Sala 1988’an ji navenda Îstixbaratê hatin veguhestina Emnesûreke. Nêzî 17 mehan li vir mam. Li vir bi her cûre êşkenceyê ji girêdana bi hewa ve bigire heta dayîna elektirîkê hatim êşkencedan. Piranî kesên li vir pêşmergeyên YNK’ê û aliyên Kurdistanî bûn. Hinek jî Şîa bûn. Di nava 70’ê rojan de hezar û 26 hevalên me gulebaran kirin.

Di vê navbera girtî mayî de qet ji hevalên xwe qût nekirim. Du caran jî biryar hate girtin ku bêm gulebarandin, carekê jî biryara darvekirinê hate girtin. Çileya 1992’an ji odeya darvekirinê hatim derxistin û cezayê heta heta li min hate birîn. Li ser pevguherîna girtiyan hatim azadkirin. Bîranînên li vir yên di navbera min û hevalên min de qet ji bîra min naçin.”

Di raperîna bihara 8’ê Adara 1991’ê saet 18:30’î yê êcarî ev avahi bi temamî kete destê gel. Piştî raperînê koçberên Kerkûkê, Xaneqîn, Germiyan hatin bicihkirin heta sala 1996’an. Piştre li ser daxwaza Hêro Îbrahîm Ehmed veguherandin mûzexaneyê.

Heta niha nayê zanîn bê ka çend kes li Emnesûreke hatine girtin. Du sedemên vê yekê hene. Yek ji van ewe ku di bin êşkenceyeke giran de lêpirsîn dihatin kirin û vediguhestin girtîgehên jêra Iraqê. Ya duyemîn jî dema raperîna sala 1991’ê agir girtibû avahiyê, beşek mezin a belgeyên li vê girgîehê şewitîn û tine bûn.

Têkildarî vê Rêveberê Hunerî û Arşîvê ya Muzexaneya Emnesûreke Dilşad Mecîd ji Rojnewsê re axivî.

‘Êşkencexaneya Emnesûreke’

Dilşad Mecîd anî ziman ku di dema avakirina avahiyê de gelek kar bi veşartî hatiye kirin û got: “Xelkê herêmê wisa dizanî ku wê avahi bikin navendeke ya çandiniyê. Piştre xelkê zanî avahi ji bo midûryeta ewlekariyê hatiye çêkirin.”

Li ser navê avahiyê çima Emnesûreke ye Dilşad Mecîd vê dibêje: “Navê fermî yê vir, ‘Midûryeta Fermî ya Giştî ye’ weke Midûryeta Ewlekarî ya Silêmanî dihate nasîn. Li nava bajar gelek cihên din hebûn ji bo bêdengkirina xelkê bi navê ‘Ewlehiya bajarok, beşa lezgîn, beşa îstixbaratê, Navenda leşkerî û hwd.’ xelkê digot; ‘Emnesûreke’. Peyva ‘Sûreke’ ji ber rengê dîwarên avahiyê sor bûn, ji ber wê ev nav wisa di nava xelkê de dihate binavkirin. Heman demê li gel xelkê weke sembolekê ku nîşana xwînê ye. ji bo wê bi vî navî hatiye nasîn.

Li ser avahiyê navenda leşkerî ya hikûmetê bû. Li beramber jî avahiyên asayî hebûn. Xelk di nav de dijiyan. Ji ber ewlehiyê hêzeke zêde li vir hebûn. Ji ber xelk nekarin bi çaveke asayî li avahiyê binêrin. Ji sala 1988’an heta dema raperînê welatî ditirsiyan serdana malên nêzî vê avahiyê bikin.

Berî niha weke îdareya Ewlehî ya Silêmanî çend navend li xwe digirit. Ji vana ‘Ewlehiya Aborî, Ewlehiya Siyasî, Ewlehiya Avahîsaziyê û Ewlehiya Jîngehî’ hebûn. Di bin van îdareyan de ewlekariya Silêmanî bi rê ve diçû. Niha ji 11 beşan pêk tê ku ji vana 10 jî mûzexane ne.”

Mûzexaneya Jenosîd: Beşa herî girînge a mûzexaneyê ye. Li ser rûbereke 500 m2. Di navbera sala 1984-1989’an di qonaxa yekem de hatiye avakirin. Li vir beşek taybet ji bo rêveberi û jêrzemîneke weke girtîgeh hatiye bikaranîn.

Muzexaneya Pêşmerge: Ev beş jî li ser rûbereke 370 m2 hatiye avakirin û ji 16 odeyan pêk tê. Ev beş jî sala 1984’an di qonaxa duyem de hatiye çêkirin. Niha li vir wêneyên pêşmerge, kelûpelên wan, bîranîn, cilên çiyayî û navên şehîdan li xwe digirin. Dîsa peykerê û amûrên pêşmergeyek, rêxistinê li nava şoreşê tê nîşandan.

Mûzexaneya Korew: Ji odeyekê pêk tê li ser rûbereke 190 m2 hatiye avakirin. Dema rejîma baasê cihê razan û bêhndanê ya karmendan bû. Ev ode li qonaxa duyemîn hatiye avakirin. Niha weke mûzexaneya Korew. Li vê beşê wêne û dîroka Korew a serhildana gelê Kurd a mezin ya Başûrê Kurdistanê. Dema rejîma Baasê nêzî 3 milyon xelkê Başûrê Kurdistanê ketin ser rêya koçberiya Bakur û Rojhilatê Kurdistanê. Ako Xerîb ve hatiye dîzaynkirin û sala 2007’an jî ji aliyê tîmên taybet ên mûzexaneyê ve kar li ser hate kirin û 16’ê Nîsana 2012’an ji gel re hatiye vekirin ku serdan bikin.

Mûzexaneya mayînan: Ev ode li ser rûbereke 190 m2 hatiye avakirin. Di dema rejîma Baasê de cihê razan û bêhndanê bû. Niha weke mûzexaneya mayînan tê nîşandan. Ji ber di dema rejîma Baasê de gelek welatî ji ber mayînên dibin qûrbanî û parçeyek ji laşê xwe didin, ev nav lê hatiye kirin. Bi rengekê hemû ew cûre mayînên sala 1960’î li çiyayên Kurdistanê li ser sînor hatibûn danîn û welatî dibûn qurbanî tên nîşandan.

Mûzexaneya Enfalê: Ev beş jî li ser rûbereke 190 m2 qonaxa duyem hatiye avakirin, berê cihê bêhndanê ya leşkerî bû. Roja 26’ê Çileya 2014’an ji aliyê tîmên taybet a mûzexaneyê ve hatiye nûjenkirin. Ako Xerîb restore kiriye û 18’ê Mijdara 2014’an ji welatiyan re hatiye vekirin. Li vir navê şehîdên Enfalê û hinek amûr, documenter yên derbarê komkujiyê li vir tê nîşandan.

Mûzexaneya Şehîdên Dijî Çeteyên DAIŞ’ê: Ev beş jî li ser rûbereke 190 m2 hatiye avakirin. Dema rejîmê cihê bêndana leşkeran bû. Niha li vê beşê navê û wêneyên şehîdên çar parçeyên Kurdistanê ku di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûne li xwe digire. Her wiha hinek amûr û cilên şehîdan jî Ii vir tê nîşandan. Dîsa hinek bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê yên hatine desteserkirin tê nîşandan. Dîsa wêneyên rojnameyên şehîd li eniyên şer şehîd bûne, her wiha hinek bûyerên ji Efrînê bigire heta Xaneqînê li ser erdnîgariya Kurdistanê pêk hat ku nûnertî ji hemû cîhanê re kirin.

Mûzexaneya Xweragirî: Ev beş li ser rûbereke 320 m2 hatiye çêkirin û ji 7 odeyan pêk tê. Ev beş ji rêveberin û lêkolînkirina girtîgehê pêk tê ku têde leşker û hakimên wê demê hebûn. Niha weke beşa girtiyên zîndanî hatiye restorekirin. Li vê beşê êşkence û nîşanên darvekirina girtiyan li xwe digire. Sala 2017’an dest bi nûjenkirin hatiye kirin û 19’ê Kanûna 2019’an ji gel re hatiye vekirin.

Mûzexaneya Çanda Kurdî: Li ser rûbereke 350 m2 hatiye avakirin. Ev beş li qonaxa duyemîn sala 1984’an hatiye avakirin û weke beşa kontolkirinê dihate bikaranîn. Niha weke mûzexaneya çanda Kurdî tê nîşandan. Ji cilûberg bigire heta amûrên çandî ya Kurdî li xwe digire û 21’ê Adara 2019’an ji gel re hatiye vekirin.

Mûzexaneya Girtîgehê: Ev beş qonaxa sêyemîn sala 1987’an li ser rûbereke 630 m2 weke avahiyeke asayî hatiye avakirin. Pişrte weke girtîgeh hatiye dîzaynkirin. Li vê navendê girtîgeha jinan, zarok, mêr û beşên hucre û êşkencexane li xwe digirtin. Niha beşek vê girtîgehê weke xwe maye. Bîranîn û nivîsînên girtiyan li ser dîwar hatine parastin. Her wiha gelek peykar hatine danîn bi şêwazê êşkencedana wê demê. Sala 2000’î hate restorekirin û heman salê ji gel re hate vekirin.

Mûzexaneya Eyneyan: Rêveberiya Ewlekariyê ya Silêmaniyê ev beş bi xaleke ya kontrolê ya taybet ji bo çavdêrîkirina leşker, karmend û sîxûran bişopîne ku dirêjiya wê 57 metre ye di qonaxa yekem de hatiye çêkirin. Niha bi şêwazê şikeft hatiye dîzaynkirin, ev şêwaz jî ji fikrê Hêro Îbrahîm Ehmed ve hatiye dayîn. Bi armanca dema şoreşê şikeft bûne navendên baş yên xwe spartina pêşmergeyan. Dîsa dîwarê wê bi 182 hezar parçe eyneyan hatiye pêçan. Ev yek jî weke sembola qurbaniyên Enfalê ye. serbanê wê jî bi 5 hezar lambeyan hatiye xemilandin ew jî sembola hejara şehîdên kîmyabarana Helebce ye. Ev navend sala 2002 dest bi nûjenkirinê hate kirin û sala 2004’an ji gel re hate vekirin.

Ji derveyî mûzexaneyan hinek beşên din jî hene li Mûzexaneya Emnesûreke.

Qada cihê çekên giran: Ev beş li ser rûbereke 1500 m2 pêk tê. Di dema raperîna 1991’ê de ji aliyê gel ve hate kolandin bi armanca ku beşên veşartî hebin, lê tiştek derneket. Ev cih sala 2004’an bû cihê nîşandana ew tank û topên ku di qirkirina gelê Kurd de hatine bikaranîn.

Nivîsîngeha Mûzexaneyê: Li ser rûbereke 250 m2 qonaxa yekem ji du odeyan pêk tê. Odeya yekem xwaringeha rêveber û leşkerên rejîmê û ya duyem jî cihê civînan bû. Sala 19999’an dest bi nûjenkirina wê hate kirin. Odeya yekem cihê rêveberiya mûzexaneyan û odeya duyem jî pirtûkxane ye.

Salona Sînemaya Yilmaz Guney: Ev beş ji du odeyan pêk tê li ser rûbereke 190 m2 dema xwe cihê bêhndana karmendan bû û qonaxa duyemîn hatiye avakirin. Sala 2005’an ji aliyê tîmên taybet ên mûzexaneyê ve hatiye nûjenkirin û 21’ê Adara 2009’an hatiye vekirin. Zêdetirî 100 kursî hatiye danîn û li vir fîlmên sînamayî û dokumenterî tê nîşandan. Li vê salonê Navê Yilmaz Guney Sînameger û derhênerê Kurd hate kirin.

Salona Galerî: Ev beş qonaxa duyemîn li ser rûbereke 950 m2 ji bo geraca wesayîtên karmendan hatibû çêkirin. Niha weke qadeke ya nîşandana karê hunerî hatiye nûjenkirin. Sala 2003’an dest bi nûjenkirinê hatibûkirin û sala 2004’an ji gel re hate vekirin.

Kafeterya: Ev beş di dema qonaxa yekem sala 1983’an li ser rûbereke 370 m2 cihê xwaringehê xwarinê bû. Niha weke kafeterya mûzexaneyê. Her wiha êvaran jî weke saloneke ji bo bîranîna şaîr, dîsa nasandina pirtûk û mijarên rewşenbîrî tê bikaranîn.

(eh)