KEMAL HEVAL
Di demek ku her kes li Tirkiyeyê behsa pêvajoyek çareseriyê dike, dewleta Iraqê bi zexta Tirkiye-PDK’ê ambargoyek nû daniye ser wargeha penaberan ya Mexmûrê. Halî hazir gotin û pratîk ji hev nagire. Li aliyek dixwazin Mexmûrê belav bikin, aliyê din jî gote goteyên aştî û demokrasiyê dikin. Ev hewldan, berovajiyê pêvajoyê ye!
Ji bo ku em berxwedana xelkê wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) fam bikin, divê em ewil behsa sedema penaberiya wan bikin. Ev xelkê ku li ser cih û warê xwe yê weke bihûştê bûn, ne ji kêfa xwe penaber bûn. Ew ji ber zilm, zordarî, çetetî û komkujiyan reviyan, belê ew ji ber siyaseta qirker ya dewleta Tirk reviyan.
Eger sedem ev be, bê guman berxwedan jî ji bo jiyanek bi rûmet tê kirin. Xelkê wargehê 30 salin ji bo ku jiyanek bi rûmet jiyan bikin, ji bo vegerek bi rûmet ya li ser cih û warên xwe, ji bo ziman û hebûna xwe têdikoşin. Dema siyaseta qirkirinê hebe, êriş hebin wê têkoşîn jî dewam bike. Lewma çawa 30 salin bi her awayî êriş hene, bi heman awayî jî berxwedan heye.
Mexmûr êdî bûye sembola berxwedanê, ji ber vê di warê siyasî de xwedî stratejiyek mezine. Lewma di serî de dewleta Tirk-PDK û Iraq gelek aliyên din jî wargehê weke çekek bikartînin. Şerê li ser xelkê wargehê 30 salin bê navber dewam dikin. Ji ber vê pêşbaziya siyasî jî xelkê wargehê bedelên mezin dan, lê qet ji têkoşîna xwe venegeriyan.
Niha di dema dawî de bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Tirkiyeyê pêvajoyek nû destpê kiriye. Pêvajo weke serdemek nû jî tê pênasekirin. Ev bang û pêngavên ji aliyê Rêber Apo ve tên avêtin, ne tenê li Tirkiyeyê, di serî de li Rojhilata Navîn û cîhanê jî dengek mezin vedaye.
Divê pêvajoyê de wargeha Mexmûrê di kuderê de cihê xwe digire? Bê guman Mexmûr lingek bingehîn yê pêvajoyê ye. Ji ber ku eger xelkê Mexmûrê vegere, wê ne weke ku gotinek pêşiyan heye dibêje ‘Hun bi çive çûn û bi çive hatin’ be. Ji bo ku xelkê Mexmûrê vegere divê ewil de daxwazên wan ên bingehîn werin pejirandin.
Divê pêvajoyê de, Rêber Apo gavên pêwîst avêt û da avêtin, lê dewleta Tirk heya niha jî ti gavek ne avêtiye. Berovajiyê vê dewleta Tirk di nava komployên cûda deye. Mexmûr mînaka vêye, îro wargeha Mexmûrê ewil dibin dorpêça PDK’ê, piştre jî dibin dorpêça Iraqê deye. Ev ambargo û dorpêç jî hemû bi daxwaza dewleta Tirk pêktên.
Yanî gotin û pratîk niha jihev nagire, li aliyek rayedarên dewleta Tirk dibêjin, pêwîste ev pêvajo bigihi serî, li aliyê din jî hewla belavkirina wargeha Mexmûrê didin. Başe livir bawerî dikeve nîqaşê, bi rastî jî dewleta Tirk dixwaze çareseriyek çêbike, yan dîsa dixwaze hewldanek din ya xapandinê bixe meriyetê?
Lewma ambargoya dawî ya ku bi destê Iraqê û bi zexta dewleta Tirk û PDK’ê li ser Mexmûrê tê ferzkirin, bê bawerîbûnek mezin dide avakirin. Li aliyek tê behsa pêvajoyek çareseriyê bikî, li aliyê din jî li cihê daxwazên xelkê Mexmûrê bicih bînî, hewl didî wana birçî bikî, belav bikî û têkoşîna 30 salan ji nedîtî ve bibînî.
Xuyaye dewleta Tirk niha bi destê Iraqê hewl dide Mexmûrê bide valekirin û destê xwe dijî Rêber Apo xurtir bike. Ji xwe ji sala 2019’an ve PDK’ê bi fermana Tirkiyeyê rê nade xelkê penaber derbasî bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê bibe, îro jî Iraq bi heman awayî êdî rê nade welatî derbasî bajarên Iraqê bibe. Rayedarên Iraqî ku ji medyayê re di axivin, bi xwe dibêjin bi zexta destên derve ambargo danîne ser Mexmûrê.
Heya mirov dikare bêje, piştî peymana ewlekariyê ya di navbera Iraq û PDK’ê de, li Bexdayê odeyek operasyonên hevbeş ya di navbera dewleta Tirk û Iraqê de hatiye avakirin. Niha bi destê vê odeya hevbeş nûnerên wargehê hatine girtin û rê li xelkê Mexmûrê digirin.
Ji ber van sedeman hemû, dema mirov li rewşa heyî temaşe dike, Iraq-Tirkiye û PDK beriya pêvajoyê dixwaze têkoşîna xelkê Mexmûrê vale derbixe û wargehê bide valekirin. Ji bo vê jî hemû hêza xwe xistine nava liv û tevgerê.
Mirov dikare bi kurtî livir rewşa PDK’ê jî bigire dest, li aliyek rayedarên PDK’ê behsa piştgiriya ji bo çareseriyê dikin, lê li aliyê din jî zextên xwe yên ser Mexmûrê tundtir dikin. Eger bi rastî jî PDK jî dixwaze çareseriyek çêbibe, wê demê çima nêzîkatiya xwe ya dijî Mexmûrê naguherîne?
Lewma mirov dikare bêje gotin û pratîka dewleta Tirk û PDK’ê ya ji bo pêvajoyê hev nagire. Eger li çareseriyekê digerin, bila bala xwe bidin ser Mexmûrê. Ji ber ger bi rastî jî bixwazin çareseriyek çêbibe, divê xelkê Mexmûrê bi hemû daxwazên wan qebûl bikin. Weke din wê bibe berovajî. Ji ber vê divê bê zanîn ku nêzîkatiya li hember Mexmûrê nêzîkatiya li hember pêvajoyê, nêzîkatiya li hember çareseriya pirsgirêka Kurde.