Berat Bîrtek
Kedkarên ku bi mehane li Başûrê Kurdistanê mûçeyên xwe newergirtîn, nikarin pêwîstiyên xwe yên esasî pêşwazî bikin. Kîrza aborî ne tenê hejarî, hilweşîna civakî jî bi xwe re tîne. Ev sîstema ku nikare bê birêvebirin, her diçe gel ber bi rewşeke nediyar ve kaş dike, çêkera civakî hildiweşîne.
Krîza mûçe ya li Başûrê Kurdistanê ji rewşa heyî êdî nîşaneyên rewşeke hilweşînê bi xwe re tîne. Xebatkar bi mehanin mûçeyên xwe negirtine, ev pêvajoya ku êdî gel nikarin pêwîstiyên esasî pêşwazî bikin, ber bi pêvajoyeke birçîbûnê ve tê dehfdan. Ev rewş tenê tehsîra xwe li hejaran nake. Ev rewş xitimîneke siyasî, civakî û aborî ya hê bi kûrtir û kok bi xwe re derdixe holê. Nakokiya di navbera Hikûmeta Navendî ya Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de rû dide, her carê fatûreya wê ji gel tê hilanîn. Bi taybet hikûmeta Hewlêrê her carê bi çareseriyên demkî re dixwaze rewşê bide derbaskirin. Ev navgîna her diçe krîzên aborî kûrtir dibe, di nava civakê de rê li ber bêhêvîbûna her beşê civakê vedike.
Aboriya Başûrê Kurdistanê
Beşeke mezin a aboriya Başûrê Kurdistanê ji hinardekirina petrolê tê bidestxistin. Bi salan bi bi hezaran varîlên petrolê ya bi rêya Bendava Ceyhan ya Tirkiye ku digihîne cîhanê bûye çavkaniya esasî ya Başûrê Kurdistanê. Lê sala 2023’an ji ber krzîên di navbera Tirkiye-Iraqê hinardekirina petrolê hatibû sekinandin. Vê yekê çêkera aborî ya Herêma Kurdistanê di asteke cidî de hejand. Ji derveyî petrolê di asteke pir kêm de berhemên cuda ji Başûrê Kurdistanê tê hinardekirin. Ji bo hinardekirina çandinî û pîşesaziyê bi qasî pêwîst hilberîn nehatiye kirin.
Dema mirov li vê rewşê dinêre dibîne ku xeteriyek mezin heye. Bi taybet Tirkiye û Îran di rewşa pêşwazîkirina berhemên Başûr de ye. Ji xworekan bigire heta amûrên paqijî, karge, tekstîlî û aborî hema bêje hemû berhemên pêwîst ji van du welatan tên hawirdekirin (kirîn). Sala 2023’an bi qasî 9 milyar dolar berhem ji Tirkiye hatiye kirîn. Her wiha ji Îranê jî berhemên mîna xorek, derman û berhemên sotemeniyê hatine kirîn. Her wiha Çîn jî di nav de ji welatên Rojhilata Dûr jî berhemên malyeta wan kêm hatine kirîn. Ev dengeya bazirganiyê ya girêdayî derve, kiriye ku aboriya Kurdistanê zeîf û girêdayî derve be. Rawestandina hinardekirina petrolê û lewaziya berhemên navxweyî, domandina hinardekirinê xistiye xeteriyê. Nakokiyên siyasî yên bi Bexdayê re, krîzên mûçe yên bê rêkûpêk tên dayîn kûrtir dike. Ji bo demek dirêj aborî bikeve aramiyekê, çandinî, pîşesazî û hawirdekirinên alternatîf pêşxistin, hawirdekirina derve kêm bike. Berovajî vê wê herêm tim rû bi rûyê zextên derve be, di nava xwe de jî tim di nava krîzan de be.
Rêvebereke bê budce û siberojeke şêlo
Bûdceya Federal a Iraq ya sala 2023’an hate erêkirin, di asta teorîk de ji bo Herêma Kurdistanê parek dihate veqetandi, di pratîkê de yan nehate dayîn yan jî tenê hêzên ewlkariyê li xwe girt. Rêveberiya Bexdayê ji ber Hewlêr dahata petrolê bi awayeke zelal naşîne budceya navendî, diyar kir ku ew para Hewlêrê dane sekinadin. Ev rewş berê jî rû dabû, krîzên mûçeyan rû dabûn. Niha ev rewş berfirehtir bûye. Ji mamostayan bigire heta kedkarên tenduristiyê, xanenişînan, dîsa kekdarên bi peyman bi hezaran kedkar bê mûçe mane.
Li gorî agahiyên rojnamevanên li herêmê radigihînin, hinek kedkar bi mehanin mûçeyên xwe negirtine. Li gorî çavdêriyên Rojnewsê, bi taybet rewşa li Silêmanî, Dihok û Germiyanê krîzê kûrtirin. Mirov bi deynan re nikare bijîn. Rewş gihaye asteke welê ku gel nikare pêwîstiyên mîna xorek, derman, kirê û pêwîsiyên rojane bistîne.
Aloziyên Bexda-Hewlêr ya di nava hiqûq û siyasetê de
Dadgeha Destûra Bingehîn a Iraqê, her çendî destnîşan kiribe ku wê mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê raste rast ji aliyê hikûmetê ve bê dayîn jî, ev yek ji ber nêzîkatiyên siyasî hatiye sînordarkirin. Rêveberiya Bexda ji bo displîna darayî, bidestxistina dahateke zelal van gavan rewa dike, rêveberiya Hêveberiya Hewlêrê jî vê yekê weke xestpkirina mafên destûrî dibîne.
Li navenda pirsgirêkê jî, li gorî Destûra Bingehîn a sala 2005’an a kete meryetê, hê jî gelek madeyên wê şêlo ne û mijara ‘çavkaniyên xwezayî wê hevpar bên bikaranîn’ cih digire. Hikûmeta Herêma Kurdistanê israr dike ku wê petrola xwe serbixwe bifiroşe, Bexda jî vê mijarê weke îxlalkirina disiplîna budçeyê digire dest. Di encamê de ev alozî bi restkişandina hev a siyastê tê. Di encamê de di her krîzê de berdêla wê mirov dikişîne. Mamostayên ku mûçeyên xwe negirtine, dîsa xebatkarên tenduristiyê, xebatkarên şaredariyê… bi kurt û kurmancî kedkarên ku ji bo civakê kar dikin berdêla vê dikişînin.
Derzên civakî
Nedayîna mûçe ne tenê di warê aborî de heman demê di warê derûnî û civakî de jî hilweşînê bi xwe re tîne. Li gorî pisporan, tundiya di nava malê de, rêjeya zêdebûna cudabûnê, bûyerên deprasyonê her diçe zêdetir dibin. Hema bêje sîstema perwerdeyê li ber hilweşînê ye, gelek dibistan ji ber nebûna mamostayan hatin girtin, dîsa nebûna bi qasî pêwîst ya kedkarên tenduristiyê ya li nexweşxaneyan xeteriyên zêdetir bi xwe re tîne.
Mamostayeke li Silêmaniyê yê ji Rojnewsê re axivî ev got: “Her sibe bê ku taştê ji bo zarokên xwe amade bikim wan dişînim dibistanê. Êdî hêza min a dayîna waneyan nemaye. Ev ne pîşeye bûye zorî û zehmetiye.” Xebatkareke tenduristiyê jî vê dibêje; “Bi mehane mûçeyên me nehatine dayîn, hê jî diçin nexweşxaneyê. Em xwe ji vê bikişînin wê sîstem hilweşe.” Ev yek asta xeteriya rewşê îfade dike.
Krîzên Civakî: Grev, çalakî û bêbaweriya li hikûmetê
Herêma Başûrê Kurdistanê li hemberî krîzên aborî yên kûr dibe, piranî çareseriyên rojane ku rojê bi qedîne digere û çareseriyeke mayînde nabîne. Dem dem deyndarbûna navxwe, zêdebûna firotina petrolê ji bo çavkaniyên krîzên esasî nabe bersiv. Dema dawî bi dayîna hinek mûçeyan têrê nake, tenê hêzên ewlekariyê li xwe girt. Hê jî mamosta, xebatkarên tenduristî û xebatkarên teknîkî li benda mûçeyên xwe ne. Ev rewş rê li ber helwestên cidî û hêrsa gel vekiriye. Gel ji berê zêdetir bi dengek bilind dipirse, lêpirsîn dike. Dibêjin ku ‘Ev dahata petrolê bi kûderê ve diçe?’
Beşeke mezin a civakê tîne ziman ku ev rewşa alozî bi awayek zelal ji bo gel nayê ragihandin, berovajî ji bo beşek diyar bi taybet ji bo Malbata Barzanî û mezinkirina berjewendiyên wan tên bikaranîn. Ev nêzîkatî, bêedaletiya aboriyê kûrtir dike û baweriya bi hikûmetê jî kêm dike. Hikûmeta Hewlêrê jî ji bo kontrolkirina vê yekê ketiye nava hinek manîpulasyonên siyasş. Lê ya li qadê dixuyê ji vê rewşê qat bi qat zêdetire. Xebatkarên civakî di çalakiyê de ne, dibistan girtîne, ji ber nebûna bi qasî pêwîst a xebatkarên tenduristiyê nexweşxane tên valakirin.
Bi taybet grava bêdeng a mamostayan dayî destpêkirin, meşên girseyî yên di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de, dide nîşandan ku gel êdî vê rewşê qebûl nakin. Vexwendina hikûmetê ya îstifayê ya ji aliyê kedkarên civakî ve, kûrbûna krîzên rewatiya siyasî ya herêmê nîşan dide. Di asta gel de hema bêje bawerî bi hikûmetê nemaye. Hişmendiya hikûmeta heyî, gel ne tenê di warê aborî de, gel di warê sosyo-polîtîkayê de jî tine kiriye.
Hikûmet, gel ji hilberînê dûr xistiye, girseyeke mezêxker çêkiriye
Li Başûrê Kurdistanê salên pir dirêje gel ji hilberandinê hatiye dûrxistin. Ji çandiniyê bigire heta lawirvanî û hilberînên biçûk ên zenetkariyê roj bi roja diçe bi awayeke sîtematîk hatine tinekirin, aboriya xwecihî ketiye ser hawirdekirin û mûçeyên karmendiyê. Vê rewşê gel ji asta hilberînê derxist asteke mezaxtinê. Zevî vala man, atolye hatin girtin, gundî bi lez vegeriyan bajaran; di encamê de gel hem girêdayî aboriya derve me, hem jî ji bo bijî girêdayî dayîna mûçeyê ku hikûmet bide wan ve ma.
Ev rewşa aborî kir ku hikûmet mîna amûrekê kontrola xwe ya li ser civakê zêdetir û xurtir bike. Mûçe ne weke mafeke civakî weke mekanîzmayeke serîtewandinê, ji bo girêdana siyasî weke zextekê hate girtina dest. Bi taybet di demên krîtîk de, dayîna mûçeyên sînordarkirî, yan jî pêşî cih dayîna hêzên ewlekariyê, parçe parçe kirina gel, weke parçeyeke stratejiya parçekirinê tê nirxandin. Hikûmet, li şûna çareserkirina krîzên aborî li ser pirsa mûçe gel veguherand girseyeke girêdayî xwe.
Siberoj wê çi bîne bi xwe re?
Li gorî pisporan, siberoja aborî ya Başûrê Kurdistanê girêdayî sê astên bingehîn ên veguherin; ji vana rêveberiya dahata petrolê, zelaliya dahata civakî û girêdanbûna hikûmeta herêmî ya ji bo mekanîzmaya parvekirinê ya darayî ye. Reformên ku li van her sê qadan bê kirin, hem wê dengeyên aborî yên navxwe bên çareserkirin, hem jî wê cesaretê bidin karzazên derve.
Pispor diyar dikin ku sedemên li pişt krîzên mûçe ne tenê mijara budeçe ye, heman demê rêveberiya xirab, bêpilanî û hesabên siyasî-partiyane. Nepêşketina hilberîna aborî ya li Başûrê Kurdistanê kiriye ku krîz û gelê Başûrê Kurdistanê li ber şikestinê be. Kêmbûna asta çandinî, pîşesazî û qadên hilberînên biçûk, dide nîşandan ku bi qasî pêwîst girîngî bi van qadan nehatiye dayîn. Heman demê tenê girêdayî pereyê ji Bexda û dîsa dahata petrolê ya navneteweyî ve hatiye girêdan.
Ev girêdanbûn dema ku bi nediyarîbûna siyasetê ve hate girêdan, rêvebirina herêmê di asteke cidî de dixe jêr xeteriyê. Eger ku sîstem di reformeke cidî re neyê derbaskirin, heman demê ev reform li ser esasê zelaliya darayî, cihêrengiya aborî, di asta siyasî de divê demokratîk be. Eger ev yek pêk bê wê careke din krîzên wiha rû nede. Ji vê zêdetir vê carê ne tenê krîzên mûçe, bêhizûriya civakî, dîsa rû birû bûna girseyên mezin ên civayî pêk were. Ji bo pêşîgirtina vê wê çareserkirina krîzên aborî têrê neke, heman demê bi temamî dawîkirina hişmendiya rêveberiya niha, bi vê re pêkanîna vegera civakî pêwîste.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bala karsazên biyanî bikişîne, pêşniyarên cihê dike. Tevî avantajên nedayîna bacê, erzankirina bihayê erd û lîsanasa bilez, nearamiya siyasî û krîzên budce ya bi hikûmeta navendî re kiriye ku sermayeya navneteweyî bi baldarî nêzîk bibe. Têkiliyên bazirganî yên bi Tirkiye, Îran û welatên Kendavê re tên domandin, bi taybet ji aliyê gel ve tên rexnekirin. Ev yek nearamiya aborî nîşan dide û dibe sedem ku karsaz hinek bi mesafe nêzîkî herêmê bibin.
Rêber Apo: Neçariyeke ya ji nû ve avakirinê ya etîk û civakî
Krîza kûr a li Başûrê Kurdistanê careke din banga Rêber Apo ya berî salan ku dibêje; ‘Li ser bingehê civakeke demokratîk-exlaqî ji nû ve avabûn’ radixe ber çavan. Li dijî navendîtiya modernîteya kapitalîst û aboriya yek rengî, li ser esasê perspektîfa Konfederalîzma Demokratîk, pêkanîna koperatîfan, li herêma rêveberiyên xwecihî û girîngiya parvekirina wekhev û adil her roja biçe zêdetir derdikeve holê. Krîzên ku îro rû didin, ne tenê nedayîna mûçeyane, heman demê hilweşîna exlaqî-siyasî jî radixe berçavan.
Rêber Apo destnîşan dike ku krîzên aborî ne teknîkî, heman demê weke pirsgirêkên civakî dibîne; ji bo çareseriyê jî ne rêbazên teknîkîbi bi avakirina ji nû ve ya etîk û siyasî mimkûne. Nêzîkatiya ji bo pîvanên mîna zelaliya Rêveberiyê, edaleta dahatê, parastina keda hilberîne û parastina keda jinê , ji bo rakirina krîza heyî, pêwîstî bi avakirina jiyaneke xwe dispêre hêza xwe ya gelan pêkane. Ji bo wê çareserî ne di bazara petrolê ya di navbera Hewlêr-Bexdayê de ye, çareserî ne di hesabxwestina siyasî; çareserî di esasgirtina vîna demokratîk a gel de ye.
Ne tenê krîzên aborî, felçbûneke kronîk û rizîneke sosyolojî
Krîzên aborî yên li Başûrê Kurdistanê êdî weke ‘rewş’ekê nayê pênasekirin. Ji ber ku vegeriyaye hilweşîneke berfireh. Karektera bingehîn ya vê sîstemê; Nediyarî, ezezşî, malbatî û hesab nedayîne! Ne mafê kedkaran di bin ewlehiyê de ye, ne jî mîmareke aboriyê heya ku siberoja civakê pilan bike heye. Xelkê herêmê her diçe hejar dibe, qaşo yên çareseriya krîzan dike berîka xwe tijî dikin, aliyê din jî çavkaniyên navxwe û derve sûcdar dikin.
Civaka Başûrê Kurdistanê li ser pîvanên çanda parvekirin û jiyana kolektîf hatiye avakirin. Lê nêzîkatiya siyasî, aborî û îdeolojîk ya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê civakê ber bi ezezîtî, têkiliyên navendî yên piyasayê ve dehf da. Krîza aborî guherîna asata mezaxtinê ya civakî zêdetir nîşan da. Ji têkiliyên cîrantioyê heta piştevaniya bi taxê re, gelek helwestên civakî zeîf bû. Hikûmetê mirovan neçar kir ku tenê malbata xwe xilas bike, rizandina civakê kûr kir.
Yek ji gûherîna din a balkêş, tinekirina hêviya ciwanan a ji pêşerojê ye. Ciwanên perwerdekirî her ku hêviya karkirinê winda kirin, koçberî hate pilankirin û bê rêxistin ma û ji nirxên Kurdistanî qût bûn. Ev yek jî bû sedemê lewazbûna hestên girêdanbûnê. Apolîtîkbûna bi lez a di nava ciwanan de, bi çanda mezaxtinê ya seresere ya bi medyaya dijîtal re bûna yek, perspektîfa avakirina civakê cihê xwe ji devêj ber de re vekir. Vê rewşa derûnî bandoreke mezin li ciwanan kir ku yek jî dînamîka herî zêde pêwîstiya wê ji vê derketina krîzê heye.
Weke encam, krîzên sosyo-aborî ya heyî encama nerêvebirin û berpirsyariyên siyasî li xwe negirtinê derketiye. Eger ku hikûmeta Kurdistanê dixwaze ji vê rizgar bibe, bi qasî venêrîneke nû ya aboriyê, exlaqeke siyasî-îdeolojîk ya nû jî divê ava bike. Pirsa girîng li vir eve; Gelo rêveberiya siyasî derd û lêgerîneke wiha heye yan na?
(eh)