NAVENDA NÛÇEYAN
-Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Çalakî û geşedanên di derbarê de wê bê şopandin.
-Di çarçoveya banga sedsalê ya Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de PKK’ê Kongreya xwe ya 12’mîn lidar xist, xwe fesix kir û biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî da lê heta niha dewleta Tirk tu pêngav ne avêtine. Mijarên têkildarî wê bê şopandin.
– Ragihandina encamnameya Kongreya 12’mîn ya PKK’ê, biryara çekdanîn û xwe fesixkirinê li ser asta Kurdistan, herêmî û cîhanê de deng veda û rojeva serekî ye. Mijarên derheqê wê bê şopandin.
-Pêşketinên piştî biryarên PKK’ê ji bo di çarçoveya pêvajoya aştî û civaka demokratîk de çav hemû zivirîne li ser dewleta Tirk ku gavên rasteqîn û pratîk bavêje, were şopandin.
-Tevî biryara PKK’ê jî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dike. Agahî û bûyerên derbarê êrişan de wê şopandin.
-Ambargo û zextên hikûmeta Iraqê ya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) berdewame.
-Qetilkirina jinan Başûrê Kurdistanê bi taybet jî li Hewlêr û Duhokê roj bi roj zêdetir dibe.
-Nerazîbûnên welatiyên Başûr ên li hemberî ‘Projeya Ronahî’ dewam dike û mijarên derbarê vê de bê şopandin.
-Çalakî û mijarên derbarê girtiyên siyasî Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî, Şerîfe Mihemedî û Zeyneb Celaliyan bê şopandin.
-Nûçe û mijarên derbarê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê heta niha nekarîne kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk bînin, werin şopandin.
– Aloziyên li Rojhilata Navîn didomin, werin şopandin.
_“Di demek ku her kes li Tirkiyeyê behsa pêvajoyek çareseriyê dike, dewleta Iraqê bi zexta Tirkiye-PDK’ê ambargoyek nû daniye ser wargeha penaberan ya Mexmûrê. Halî hazir gotin û pratîk ji hev nagire. Li aliyek dixwazin Mexmûrê belav bikin, aliyê din jî gote goteyên aştî û demokrasiyê dikin. Ev hewldan, berovajiyê pêvajoyê ye!”
_”Ji bo parastina çanda Kurdan jinên Kurd rola herî girîng dileyîzin û heger jin tunebe, ne dûre ku di demeke kurt de mijarên çandî ber bi windabûnê ve biçin. Heta niha jî jin hewl didin ku bi rêyên cûda û tevlîkirina mijarên çandê bi serdema modern re, wê çanda kevn biparêzin û zindî bihêlin.”
_”Şanogerên Ranyayê diyar kirin ku li herêma wan bi taybetî hunera şanoyê nebûye pîşe ku hem ew bikaribîn jiyana xwe bi rêya wê misoger bikin, hem jî hunera şanoyê pêş bixin.”