‘Wê li tevayî saziyên hikûmeta Iraqê pere bi rêya hesabên bankê bê dayîn’

NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, Salih Selman eşkere kir ku wê ji serê meha Tîrmehê û şunde li hemû saziyên hikûmî peredana bi awayê kaş were qedexekirin û wê bi rêya hesabên bankê pere bê dayîn.

Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, Salih Selman di daxuyaniyekê de ragihand ku ji serê meha Tîrmehê ve wê pere dana bi awayê kaş (bi dest) li tevayî sazî û dezgehên hikûmeta Iraqê qedexe bibe û bi rêya elektronî pere bê dayîn.

Salih Selman diyarkir ku li Iraqê di aliyê sîstema peredana bi awayê elektronîk de pêşketinên berçav çêbûne û got: “Di sala 2018-2019’an de rêjeya pere dana bi awayê elektronîk kêmtirî ji sedî 10 bû lê niha rêje gihiştiye ji sedî 40.”

Her wiha diyarkir hejmara amêrên dayîna pere bi awayê elektronîk (bankamatik-ATM)  gihiştiye 60 ta 70 hezarî. Her wiha hejmarên bankî jî ji 22 milyonî gihiştiye 33 milyonan.

Şêwirmendê Sudanî, Salih Selman da zanîn ku di meha bê de wê dayîna pereyê hikûmetê bi awayê elektronî be û bi vî rengî dawî li peredana bi rengê kaş ya li saziyên hikûmî bê anîn.

(kş)