NAVENDA NÛÇEYAN
Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê ragihand ku agir bi sînorê gundê Çinartu ya ser bi bajarokê Axcelerê ketiye.
Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê, bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber sedemek nediyar, agir bi sînorê gundê Çinartu ya ser bi bajarokê Axceler ya girêdayî Silêmaniyê ketiye.
Gorî heman daxuyaniyê de ji ber şewatê 5 donum puş û 300 darên xwezayî şewitîne. Li gorî daxuyaniyê derbarê şewatê de lêkolîn hatiye destpêkirin.