ROJEVA 11.05.2025

NAVENDA NÛÇEYAN

-Saet 16:00’an li Bîrdariya Şehîdan ya Parka Azadî ya Silêmaniyê bi tevlîbûna gelek sazî û rêxistinan jenosîdê çalakiyek tê kirin.

-Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Çalakî û geşedanên di derbarê de wê bê şopandin.

-Di çarçoveya banga sedsalê ya Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de PKK’ê Kongreya xwe ya 12’mîn lidar xist, xwe fesix kir û biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî da lê heta niha dewleta Tirk tu pêngav ne avêtine. Mijarên têkildarî wê bê şopandin.

– Ragihandina encamnameya Kongreya 12’mîn ya PKK’ê, biryara çekdanîn û xwe fesixkirinê li ser asta Kurdistan, herêmî û cîhanê de deng veda û rojeva serekî ye. Mijarên derheqê wê bê şopandin.

-Pêşketinên piştî biryarên PKK’ê ji bo di çarçoveya pêvajoya aştî û civaka demokratîk de çav hemû zivirîne li ser dewleta Tirk ku gavên rasteqîn û pratîk bavêje, were şopandin.

-Tevî biryara PKK’ê jî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dike. Agahî û bûyerên derbarê êrişan de wê şopandin.

-Ambargo û zextên hikûmeta Iraqê ya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) berdewame.

-Qetilkirina jinan Başûrê Kurdistanê bi taybet jî li Hewlêr û Duhokê roj bi roj zêdetir dibe.

-Nerazîbûnên welatiyên Başûr ên li hemberî ‘Projeya Ronahî’ dewam dike û mijarên derbarê vê de bê şopandin.

-Çalakî û mijarên derbarê girtiyên siyasî Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî, Şerîfe Mihemedî û Zeyneb Celaliyan bê şopandin.

-Nûçe û mijarên derbarê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê heta niha nekarîne kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk bînin, werin şopandin.

– Aloziyên li Rojhilata Navîn didomin, werin şopandin.

_” Lîstikvan Mestan Merîwan anî ziman ku li nava drama û fîlman zêde cih nayê dayîna pirsgirêkên jinan û got: “Sînamegerên mêr xwedî hişmendiyeke mêrsalarî ye. Ji bo wê pêwîste jinên hunermend bê tirs kar pirsgirêkên jinan bike.”

_” Çavdêrê siyasî Nizar Mehmud da zanîn ku desthilatdarên herêmê jiyanê li xelkê kirine cehenem û got; “Serdema civîna bi hevalên xwe yên siyasî re derbaz bûye, ev serdema guftugo û yasayê ye, divê pirsgirêk biwê rêyê werin çareserkirin. Zimanê gefê, tenê ziyanê dide xelkê.”

_” Rêber Apo di çarçoveya banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de, ji Kongreya 12’an ya PKK’ê re perspektîfek berfireh şand. Emê weke ajansa Rojnewsê carek din perspektîfa Rêber Apo ya ku ji bo Kongreya 12’an ya PKK’ê şandî, beş bi beş bi were parve bikin.”