Li Iraqê yekem pêla germa havînê destpê dike

NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya Meteorolojiyê ya Iraqê ragihand ku ji roja Înê pê ve, dê yekem pêla germahiya havînê were û li Iraqê germa havînê destpê dike.

Li gorî ajansa fermî ya Iraqê, Saziya Meteorolojiyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihandiye ku wê ji roja Înê (13 Hezîran) û pêve, li Iraq pêla germahiyê ya yekem destpê bike û bandora xwe nîşan bide.

Heman saziyê berê jî ragihandi bû ku wê li seranserê welat pileyên germahiyê bilind bibin, li navend û başûrê welat jî, ji sibe (Çarşem) û pêve pileya germahiyê bigihi 50 dereceyan.