SILÊMANÎ/ROJNEWS
Sekretera Yekîtiya Jinên Herêma Kurdistanê Leyla Abdullah da zanîn ku peyamên tund yên melayan dibin sedema kuştinên jinan û got; “Divê jinên dibin parlamenter, xwedî projeyên ji bo jinan bin û dijî yasayên dijî jinan rawestin.”
Li Herêma Kurdistanê roj bi roj tundiya li dijî jinan zêde dibe, li gorî daneyên ji aliyê ajansa me ve hatine komkirin, di 5 mehên îsal de, 14 jin li Başûrê Kurdistanê hatine qetilkirin û 10 jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane. Tevî vê jî ne hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê, nejî saziyên wê dijî tundî û kuştinan deng dernaxin.
Sekretera Yekîtiya Jinên Herêma Kurdistanê Leyla Abdullah derbarê mijarê de ji ajansa me Rojnews re axivî.
Sekretera Yekîtiya Jinên Herêma Kurdistanê Leyla Abdullah di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku pirsgirêkên civakî yên weke şerefê yek ji sedemên tundiya dijî jinane û wiha pêde çû; “Bi gelek sedemên cuda jin tên kuştin û hejmara wan jî têne veşartin. Daneyên kuştinên jinan her 6 meh û salê carek ji aliyê Rêveberiya Tundûtujiya Malbatê ve tên belavkirin. Li gorî daneyan ji sala 2010 heya 2020’an li Herêma kUrdistanê 490 jin hatine kuştin. Sala 2024 heya Sibata 2025’an de jî li gorî daneyan 48 jin hatine qetilkirin.”
Leyla derbarê peyamên melayan û bandora wan peyaman ya li ser tundiya li ser jinan jî got; “Peyamên tund yên melayan, bandora xwe li ser zilaman dike, dibin sedema qetilkirina jinan û xirabbûna rewşa malbatê. Ji ber ku tevî jin xwedî hemû berpirsyariyên mezine, lê di pileya duyem de tên dîtin. Divê jin di pileya yekem de bên dîtin û ji bo guhertinan jî perwerdeya malbatê girînge. Bivê re jî rêxistinên jinan dikarin li ser yasayên dijî jinan û zarokan, zextê bikin.”
Di dewama axaftina xwe de Sekretera Yekîtiya Jinên Herêma Kurdistanê Leyla Abdullah balkêşa ser jinên di hilbijartinan de tên hilbijartin jî û got; “Di dema hilbijartinan de deng ji bo jinan tê dayîn, ji ber ku dikarin mijara jinan bixin rojevê. Ji bo wê pêwîste jinên diçin parlamentoyê, xwedî projeyên ji bo jinan bin û dijî yasayên dijî jinan rawestin. Bivê re jî bi jinên çalakvan û rêxistinên jinan re, li bajar û bajarokan çalakî lidarbixin. Lê avakirina civakek pêşketî, li navendên perwerdekirinê çêdibin, divê ji bo xwendevanan semîner werin dayîn. Bi taybet jî divê semîner ji bo zilaman bên dayîn daku hişyar bin.”
Herî dawî jî Leyla behsa astengiyên di dema kar de tên ber jinan kir; “Di warê civakê de li hemberî jinana astengî çêdibin û gelek caran nahêlin jin bigihin armanca xwe. Lê ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan wê hertim karê me dewam bike.”