Firîşteyên ku ji rastî û xweşiya temenê xwe hatine bêparkirin: Zarokên karker

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro 12’ê Hezîran Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê ye ku ji aliyê NY’ ev roj hatiye diyarkirin. Lêbelê bê edaletî, cudakarî û zilmê li seranserî cîhanê bi milyonan zarok mecbûr kirine ku ji bo debara xwe û malbata xwe bixebitin.

Li seranserî cîhanê îro milyonan zarok ji ber karê ji hêza laş û derûna wan zêdetir dinalînin. Ev jî beşekî mezin ji wan zarokan rûbirûyê nexweşî, astengdarî, jiyaneke dijwar û heta mirinê, kirine.

Ev zarokên ku hîn di temenê biçûk de dikevin bin barê dijwar yê jiyanê, berpirsiyariya bidestxistina nanê xwe û malbata xwe jî digirin ser xwe. Ji bilî ku zaroktiya wan tê talankirin, ji mafê xwendinê û zanistê hatine bêparkirin. Di heman demê bandoreka fîzîkî û derûnî ya xirab li ser wan çêdibe.

Rêxistina Netewên Yekbûyî (NY) eşkere kir ku li cîhanê rêjeya xebitandina zarokan gihiştiye di bin temenê 13 salî de. Di heman demê de li gorî daneyek NY’ê zêdetir ji 152 milyonan zarok li cîhanê tên xebitandikin ku ji vê hejmarê 72 milyon li welatên Afrîqayê, 62 milyon li welatên Asyayê û li welatên din yên cîhanê ne.

Rêxistina Navnetewî ya Kedê (ILO) jî diyar kir ku li cîhanê ji her 10 zarokan yek karkere. Ev yek hejmara giştî ya zarokên ku di kar de ne; li cîhanê ji 160 milyonî zêdetiree. Niha, li seranserê cîhanê 63 milyon zarokên keç û 97 milyon zarokên kur dixebitin.

Rêxistina Navnetewî ya Kedê (ILO) di daneyên xwe yên dawî de ev yek eşkere kir. Divê hewl bên dayîn da ku di cîhanê de diyardeya karkeriya zarokan were kêmkirin. Ji ber ku bi milyonan zarok niha di xeteriya ku di salên pêş de bi darê zorê bikevin nav kar de ne.

Li gorî raporek UNICEF’ê, nêzîkî 7 milyon zarokên Iraqî hewcedarê alîkariyê ne, ku hin ji wan dev ji dibistanê berdane û gelek ji wan jî dixebitin.

Li gorî Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê, ji havîna 2014’an vir ve hejmara zarokên karker zêde bûye, û ev yek bûye sedema koçberbûna zêdetirî 3 milyon 500 hezar kesan.

Li gorî Wezareta Perwerdeyê ya Iraqê, rêjeya devjêberdana dibistanê di sala 2018’an de ji %6 derbaz kiriye ku ji ber bêwarî û xizaniyê gelek ji wan dev ji kar berdane û dest bi xebatê kirine.

Her çend li Herêma Kurdistanê karkirina zarokan zêde bûye jî, li gorî UNICEF’ê, jiyana zarokan li Herêmê baştir bûye. Li gorî rapora UNICEF’ê, Herêma Kurdistanê di warê gihiştina ava vexwarinê û xizmetgûzariyên tenduristiyê de pêşketinek bidest xistiye. Lêbelê, rapor dibêje ku Herêma Kurdistanê hewceyê zêdetir perwerdeyê û bidawîkirina tundiya li dijî zarokane.

UNICEF’ê di rapora xwe de diyar kiriye ku li Herêma Kurdistanê nêzîkî %96’ê zarokan diçin dibistana seretayî û %67 jî, piştî qedandina dibistana seretayî diçin dibistana navîn.

Rêxistinê bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku ji bo parastina mafên zarokan, veberhênanê li xizmetgûzariyên ku rasterast sûdê didin zarokên ku ji şer û hejariyê bandor bûne, bike. UNICEF’ê bang li Herêma Kurdistanê kir ku sînorek ji bo hemû cûrên tundiya li dijî zarokan dayne.

Di heman demê de, rêxistinên mafên mirovan û zarokan dibêjin ku yek ji cûrên herî xeternak yên keda zarokan ku îro derketiye holê, karanîna zarokan di warê îstîxbarat û sîxûriyê de ye. Hinek dezgehên îstîxbaratê yên li çaraliyên cîhanê, zarokan wekî beşek ji dezgehên xwe bikar tînin û wan di sîxuriyê de bikar tînin.

Rêber Apo di rojên Cejna Qurbanê de de li Îmraliyê bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî ku di nav endamên malbatê yên çûn hevdîtinê de zarok jî hebûn. Şîreta yekem a Rêber Ocalan a ji bo zarokan ew bû ku bixwînin û pênûsek diyarî hemû zarokan kiriye da ku weke peyamekê ji hemû zarokên cîhanê ku bixwînin û dev ji xwendina xwe bernedin. Serok Apo di vê hevdîtinê de ji zarokan re dibêje “Emê bi hev re jiyaneke nû ava bikin.”

(wd)