ROJEVA 12.06.2025

NAVENDA NÛÇEYAN

-Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Çalakî û geşedanên di derbarê de wê bê şopandin.

-Di çarçoveya banga sedsalê ya Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de PKK’ê Kongreya xwe ya 12’mîn lidar xist, xwe fesix kir û biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî da lê heta niha dewleta Tirk tu pêngav ne avêtine. Mijarên têkildarî wê bê şopandin.

– Ragihandina encamnameya Kongreya 12’mîn ya PKK’ê, biryara çekdanîn û xwe fesixkirinê li ser asta Kurdistan, herêmî û cîhanê de deng veda û rojeva serekî ye. Mijarên derheqê wê bê şopandin.

-Pêşketinên piştî biryarên PKK’ê ji bo di çarçoveya pêvajoya aştî û civaka demokratîk de çav hemû zivirîne li ser dewleta Tirk ku gavên rasteqîn û pratîk bavêje, were şopandin.

-Tevî biryara PKK’ê jî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dike. Agahî û bûyerên derbarê êrişan de wê şopandin.

-Ambargo û zextên hikûmeta Iraqê ya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) berdewame.

-Qetilkirina jinan li Başûrê Kurdistanê bi taybet jî li Hewlêr û Duhokê roj bi roj zêdetir dibe.

-Nerazîbûnên welatiyên Başûr ên li hemberî ‘Projeya Ronahî’ dewam dike û mijarên derbarê vê de bê şopandin.

-Çalakî û mijarên derbarê girtiyên siyasî Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî, Şerîfe Mihemedî û Zeyneb Celaliyan bê şopandin.

-Nûçe û mijarên derbarê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê heta niha nekarîne kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk bînin, werin şopandin.

-Îro 12’ê Hezîran Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê ye ku ji aliyê NY’ ev roj hatiye diyarkirin. Lêbelê bê edaketî, cudakarî û zilmê li seranserî cîhanê bi milyonan zarok mecbûr kirine ku ji bo debara xwe û malbata xwe bixebitin.

-Sekretera Yekîtiya Jinên Herêma Kurdistanê Leyla Abdullah da zanîn ku peyamên tund yên melayan dibin sedema kuştinên jinan û got; “Divê jinên dibin parlamenter, xwedî projeyên ji bo jinan bin û dijî yasayên dijî jinan rawestin.”

-Di rojên cejnê de cihên geştyariyê yên li sînorê Dihokê bûn navendên serdana geştyarên deverên navend û başûrê Iraqê. Welatî jî dibêjin: “Ger mûçe bên belavkirin, pirsgirêka me dê çareser bibe û emê bikaribin mîna geştiyarên li başûrê Iraqê, bigerin.”

-Nêzî 8 mehin hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatiye lidarxistin, lê heya niha jî hikûmeta nû nehatiye avakirin. Çavdêrê siyasî Osman Gulpî got; “Paşxistina pêkne anîna hikûmetê, rêz negirtina li yasa û dengê welatiyane.”