NAVENDA NÛÇEYAN
Dîroka her gelekê şahîdî ji qehreman û lehengên ji bo gel û welatê xwe xwîn û canê xwe fedakirîn re, şahîdî kiriye. Dîroka gelê Kurd tejî qehremanên ku xwîna xwe li ser kevirên çiyayan bilind, dar û beriyên Kurdistanê ji bo azadiya vî gelî rijandîne. Yek ji wan lehengên ku di berdêla azadiya gel û welatê xwe de beşdarî karwanên şehîdan bûyî jî şehîdê Silêmaniyê Şehîd Rêdûre.
Beriya 4 salan, di 13’ê Hezîrana sala 2021’an de li herêma Pişder a Herêma Kurdistanê balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker wesayîtek a sivîlan bombebaran kir. Di encama êrişa hovane de 4 kes şehîd bûn ku yek ji wan Ebas Îbrahîm Mehmûd bi nasnav Heval Rêdûr bû.
Ebas Îbrahîm Mehmûd nasnav Heval Rêdûr di payîza sala 1973’yan de li taxa Bekirecoyî ya Silêmaniyê di nava malbatek welatparêz û şoreşger de ji dayik dibe. Navê dayika wî Fatma Ebdulqadire û zarokê duyem ê malbatê ye. Dibistana xwe ya seretayî li Dibistana Kevin temam dike. Dibistana Navîn jî li Dibistana Koran a Bekirexoy temam dike. Pişte ji bo temamkirina dibistana amadeyî diçe Pîşesaziya Koran.
Şehîd Rêdûr her di ciwaniya xwe de hestên welatparêzekî fedakar di xwe de dide mezinkirin. Ew bi ramana Apochiyan re nas bû û xwe li ser wê perwerde kir. Nêzîkî gerîla bû û bi fikrên Rêber Apo bû welatparêzekî gihîştî.
Di tevahiya jiyana xwe de, wî her tim ev pirs dubare dikir; gelo ger her kes rune û kes qurbanî need, gelo Kurd dikare azad bibe?, gelo jiyaneke azad dikare ji hêla ferdek azad ve li axeke dagirkirî, di bin dagirkerekî serdest de were bidestxistin?
Ev pirs û bi sedan pirsên din hiş û mejiyê Şehîd Rêdûr tijî dikin, ji ber vê yekê ew her gav ji bo bersivên pirsên xwe û tîbûna zanînê vedigeriya ser nêrînên Rêber Apo. Di vê rêya lêgerînê de wî biryar da ku çek hilgire û wek gerîla berê xwe bide çiyayên azad ên Kurdistanê.
Ji ber sedema rewşa aborî û siyasî ya Başûrê Kurdistanê ya salên 1990’an hewl dide biçe derveyî welat û nêzî sê salan li bajarê Helebê yê Sûriyeyê dimîne.
Rêdûr li Helebê asta rêxistinbûn, fikrê şoreşgerî û welatparêzî ya Kurdênn Helebê dibîne û bandoriya fikrê PKK’ê û Rêber Apo ya di nava Kurdên Helebê de lê dike. Piştî di sala 1996’an de ji Sûriyeyê vedigere bi heman coş û xoroşê ku li Helebê hebû xebata xwe berdewam dike.
Di sala 1998’an de diçe derveyî welat û li Brîtanya nîştecih dibe. Li wir peywendiyê bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re çêdike û xebata gel û rêxistinî dike. Di sala 2015‘an de vedigere Kurdistanê û serdana Qendîlê dike.
Dil û derûniya Heval Rêdûr welatê xerîbiyê nagire, ew hîn jî bawer dike ku tiştê ku dike têrê nake, lewma di 4’ê Tîrmeha sala 2016’an de ji Brîtanya vediqete û vedigere Başûrê Kurdistanê. Heval Rêdûr cilên gerîla li xwe dike û çeka qehremaniyê hil digire.
Li çiyayên bilind ên Kurdistanê li dijî dagirkeriyê û xewna tunekirina gelê Kurd rawestiya. Di salên têkoşîna gerîla de, dîrokeke tijî têkoşîn û wêrekiyê tomar kir û bû yek ji qehremanên karwanê şehîdên azadiyê de.
Heval Rêdûr xebata xwe ya şoreşgerî bi coş berdewam kir. Herî dawî di 13’yê Hezîrana 2021’an de li herêma Pişder a Herêma Kurdistanê di êrişa hewayî ya balafirên bêmirov a dewleta Tirk de li gel 3 kesên din hate şehîdxistin.
Şehîd Rêdûr di 15’ê Hezîranê de bi merasîmek bi heybet, li goristana kevin a Bekrecu a Silêmaniyê hat oxirkirin. Di merasîma oxirkirinê de girseya gel bê navber dirûşmên ‘Şehîd namirin‘, ‘Bimre xiyanet‘ û ‘Rêya me rêya şehîde‘ berz kirin.
Di merasîma oxirkirina cenazeyê şehîd de, xortekî ku ji azadiyê hez dikir biryar da ku çeka Şehîd Rêdûr hilde û rêya wî bidomîne.
(fk)