Ji bo zarokan çend çalakiyek hat lidarxistin

ROJNEWS-SILÊMANÎ

Li Navenda Rêxistina Mindalparêzên Kurdistan a li Silêmaniyê bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê çend çalakiyek ji bo zarokan hat lidarxistin.

Îro li Navenda Rêxistina Mindalparêzî Kurdistan a li Silêmaniyê bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê çend çalakiyek ji bo zarokan hatin lidarxistin.

Di derbarê giringiya rojê de Rêvebera Bernama Parastina Zarokan a Navenda Mindalparêzên Kurdistanê Nasik Îsmaîl ji ajansa me re axivî û behsa karên rêxistina xwe kir.

 

Nasik Îsmaîl got: “Rêxistina ILO di sala 2002’yan de wek Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê diyarkiriye. Navenda Mindalparêzên Kurdistanê jî ku hertim li dijî karkertiya zarokane, di navbera sala 2007-2008’an de rêjeya zarokên kar dikin diyar kir. Me li seranserî Herêma Kurdistanê pêngavek da destpêkirin û heta sala 2014’an me karî karkirina zarokan ta astekê sinordar bikin. Lê piştî wê hejmarek zêde ya koçberan berê xwe dan Herêma Kurdistanê. Bi hevkariya qeymeqamtiya Silêmaniyê me carek din karî rêjeya zarokên li Silêmanî û Dihokê kar dikin diyar bikîn. Niha jî komîsyonek me ji bo çavdêrîkirina zarokên dixebitin heye.”

Nasik Îsmaîl da diyarkirin ku wan îro jî çend çalakiyek ji bo zarokan lidarxistine û got: “Me malbatên zarokan li ser metirsiya xebitandina zarokan agahdar kirin ku nabe zarok bên xebitandin. Ji berku metirsî li ser jiyana zarokan çêdike. Li gor yasayê jî nabe zarokên jêr temen 15 salî kar bikin.”

Li gor amarên Navenda Mindalparêzên Kurdistanê, ji serê salê ta 31’ê Gulana 2025’an, 257 zarok li Silêmaniyê kar dikin. Li Dihokê 135 zarok kar dikin. Têkildarî hejmara zarokên li Hewlêrê kar dikin amar li ber destê navendê nîne.

(kş)