Berhemên havînî yên Taqolanê bala xelkê herêmên din jî kişandiye

RANYA-ROJNEWS

Xiyarên herêmî yên Taqolanê ku bi ava paqij têne avdan, gihîştî ne û ji piraniya herêman ve daxwazek mezin li ser heye.

Tevî kêm barîna baranê û nebûna ava ser erd û binê erdê, cotkarên Kurdistanê karîne roleke girîng di hilberîna berhemên herêmî yên li bazarê de bileyzin. Yek ji wan berheman jî xiyare ku yek ji berhemên herî navdar ên herêma Raperînê ye.

Li gundê Taqolan ya ser bi navçeya Hacî Awa ya li sînorê raperîn, cotkar û baxçevan dest bi komkirina berhemên xwe yên xiyaran kirine. Xiyarên Taqolanê ku bi ava paqij têne avdan, gihîştî ne û ji piraniya herêman ve daxwazek mezin li ser heye.

Yek ji cotkarên gundê Taqolan Ehmed Elî li ser mijarê ji Rojnews’ê re axivî û got: “Ev der Taqolane û bi xiyarên xwe navûdenge. Em ava kaniyê ya paqij bi kar tînin. Ji naveçyên cuda taybet ji bo xiyarên vê derê, xelk berê xwe didin vir. Tevî ku zeviyên me berhemeke baş nedin jî, lê ji ber ku avhewa guncawe, ew xweş û avî ne daxwazek mezin li ser heye. Hikûmet ti alîkariyê nade. Her tiştê tê kirin ji berîka cotkar bi xwe derdikeve. Îsal dibe ku em nêzîkî şeş mîlyon zere bibînin. Min nêzîkî şeş milyon li zeviyê xwe xerc kiriye, min av bi boriyan û motoran kişandiye û min gol çêkiriye. Bi ti awayeî hêsankariyek ji aliyê saziyên peywendîdar û hikûmetê ve ji bo me nehatiye kirin.”

Cotkarek din ê Taqolanê Ako Siyamend jî diyar kir ku xiyarên Taqolanê li seranserê Kurdistanê navdarin û ji Hewlêr û Silêmaniyê gelek daxwaz li ser wan heye.

Ako Siyamend balkişand li ser rêjeya xwezayîbûna berhemên Taqolanê û wiha got: “Em di asta herî kêm de madeyên kîmyawî bi kar tînin û ji sedan 99’ê hilberîna me navxweyî ye. Lê hikûmet bi me re eleqeder nabe û xemsare.”

Taqolan gundek yê navçeya Hacî Awa ya ser bi bajarokê Ranya ya navenda îdareya Raperîne. Piraniya zeviyên herêmê xiyar û berhemên havînê ne. Ev zevî hemû dikevin li ser rêya Hacî Awa ber bi Serûçawe. Ji ber vê yekê cotkar dikarin berhemên xwe li ser vê rêyê deynin û bikarin bifiroşin.

(fk)