NAVENDA NÛÇEYAN
-Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Çalakî û geşedanên di derbarê de wê bê şopandin.
-Di çarçoveya banga sedsalê ya Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de PKK’ê Kongreya xwe ya 12’mîn lidar xist, xwe fesix kir û biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî da lê heta niha dewleta Tirk tu pêngav ne avêtine. Mijarên têkildarî wê bê şopandin.
-Ragihandina encamnameya Kongreya 12’mîn ya PKK’ê, biryara çekdanîn û xwe fesixkirinê li ser asta Kurdistan, herêmî û cîhanê de deng veda û rojeva serekî ye. Mijarên derheqê wê bê şopandin.
-Pêşketinên piştî biryarên PKK’ê ji bo di çarçoveya pêvajoya aştî û civaka demokratîk de çav hemû zivirîne li ser dewleta Tirk ku gavên rasteqîn û pratîk bavêje, were şopandin.
-Tevî biryara PKK’ê jî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dike. Agahî û bûyerên derbarê êrişan de wê şopandin.
-Ambargo û zextên hikûmeta Iraqê ya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) berdewame.
-Qetilkirina jinan li Başûrê Kurdistanê bi taybet jî li Hewlêr û Duhokê roj bi roj zêdetir dibe.
-Nerazîbûnên welatiyên Başûr ên li hemberî ‘Projeya Ronahî’ dewam dike û mijarên derbarê vê de bê şopandin.
-Çalakî û mijarên derbarê girtiyên siyasî Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî, Şerîfe Mihemedî û Zeyneb Celaliyan bê şopandin.
-Nûçe û mijarên derbarê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê heta niha nekarîne kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk bînin, werin şopandin.
– Mamostayên olî yên Başûrê Kurdistanê piştgiriyê didin pêvajoya çareseriya demokratîk ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin û gotin, “Pêvajoyeke gelek girînge û hêviyek me a mezin jê heye ku serkeftine mezin ji bo gele me bê bidestxistin. Dem dema gotin, pênûs û nivîsînê ye.”
– Beriya 4 salan, di 13’ê Hezîrana sala 2021’an de li herêma Pişder a Herêma Kurdistanê balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker wesayîtek a sivîlan bombebaran kir. Di encama êrişa hovane de 4 kes şehîd bûn ku yek ji wan Ebas Îbrahîm Mehmûd bi nasnav Heval Rêdûr bû.
– Tevî kêm barîna baranê û nebûna ava ser erd û binê erdê, cotkarên Kurdistanê karîne roleke girîng di hilberîna berhemên herêmî yên li bazarê de bileyzin. Yek ji wan berheman jî xiyare ku yek ji berhemên herî navdar ên herêma Raperînê ye.