Îsraîlê êrişî Îranê kir

NAVENDA NÛÇEYAN

Danê siharê Artêşa Îsraîlê paytexa Îran, Tahranê da ber mûşekan. Tê gotin gelek rayedarên Îranê bûne hedefa êrişan.

Artêşa Îsraîlê li navenda Tahranê gelek cih da ber muşekan. Li gorî agahiyan di nava cihên hatine hedef girtin de, malên gelek rayedarên paye bilind yên Îranê jî hene.

Li gorî agahiyên ku di medya Îsraîlê de derketine, di encama êrişên Îsraîlê de gelek fermandarên leşkerî yên Îranê hatine hedef girtin.

Li gorî agahiyan beriya êrişê, li Herêma Kurdistan û Iraqê dengê muşek û balafiran ji aliyê welatiyan ve hatiye bihîstin.

Hêjayî gotinê ye beriya niha Îsraîlê gefa êrişan li ser Îranê xwaribû, serokê Emerîkayê Donald Trump jî ragihandibû ku dibe Îsraîl êrişî Îranê bike. Li Iraqê jî Emerîkayê hişyariya êrişan da bû û ji bo vê jî dîplomatên xwe ji konsolosxaneya Bexdayê vekişandibû.