BEXDA/ROJNEWS
Pisporê ewlekariyê Riyaz Hedîdî diyarkir ku divê êdî dijî hebûna dewleta Tirk ya li Herêma Kurdistanê bêdengî neyê hilbijartin, ji ber ku Tirkiye amadekariyên xwe zêdetir kiriye û bûye gefek metirsîdar.
Pisporê ewlekariyê Riyaz Hedîdî derbarê hebûna hêzên dewleta Tirk a dagirker yên li Başûrê Kurdistan û bêdengiya Iraqê ya derbarê mijarê de, ji ajansa me re axivî.
Riyaz Hedîdî balkêşa ser êrişên vê dawiyên dewleta Tirk a dagirker û got; “Tirkiye di nava çend rojên borî de êrişî gundên Herêma kurdistanê kir. Ji ber êrişan jî ziyanek mezin digihi xelkê gund û cihên çandiniyê dişewitin.”
Hedîdî behsa biryara Kongreya PKK’ê jî kir û wiha domkir; “Biryara PKK’ê ya ji bo şer rawestandinê, hebûna dewleta Tirk jî ne rewa dike. Ev biryar pêngavek rast û bi awayek baş tê berçavan girtin. Divê Wezareta Karên Derve ya Iraqê ji bo rê li berfirehbûna hêzên Tirk bigirin, di warê dîplomasiyê de kar bikin. Bêdengiya Iraqê wê hemberî metirsiyên cidî yên ewlekariyê bê. Tirkiye hewl dide planên xwe yên li Nînova û Kerkûkê bicihbîne, nîşanên vê jî gelek diyar bûne.”