Iraqê êrişa Îsraîlê bi tundî şermezar kir

NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Iraqê êrişa Îsraîl ya li ser Îranê bi tundî şermezar kir û hate gotin; “Ev destdirêjî binpêkirinek eşkere ya li ser pîvanên yasaya navnetewiye, êrişeke li ser aştî û ewlekariya navnetewiye. Divê êriş werin rawestandin.”

Hikumeta Iraqê derbarê êrişa Îsraîlê ya li ser Îranê daxuyaniyek nivîskî belav kir. Hikumeta Iraqê ewil di daxuyaniya xwe de êrişê bi tundî şermezar dike û wek sedem jî dibêje; “Ji ber ku ev binpêkirinek eşkere ya pîvanên bingehîn ya yasaya navnetewiye. Bi taybet jî ev êriş ku di dema danûstandinên Emerîka û Îranê de pêkhatiye, metirsiyê li ser aştî û ewlekariyê çêdike.”

Hikumeta Iraqê ragihand ku nabe tenê bi daxuyaniyan êriş were şermezarkirin, divê qada navneteweyî helwestê bigire û rê li êrişan bigire. Iraqê bang li Konseya Ewlekarî ya Navneteweyî kir ku bi awayek lezgîn bicive û ji bo rawestandina êrişan tedbîran bigire.

Dawiyê de jî Hikumeta Iraqê hevsoziya xwe ya bi gelê Îranê re anî ser ziman.

Fermandarê Artêşa Îranê jî hate kuştin