SILÊMANÎ-ROJNEWS
Çalakvan Beyan Mihemed diyar kir ku rêjeya qetilkirina jinan li gorî herêman tê guhertin û got: “Dadgeh mafê jinan binpê dikin. Parlamenter jî ewqas fikirîna mûçeyan, projeyên li ser pirsgirêka jinê nafikirin.”
Li Başûrê Kurdistanê tundî û êrişên beramberî jinan, gihiştiye astek metirsîdar. Li gorî bîlançoyên mehane, tenê di 5 mehên destpêkê yên îsal de 14 jin hatine qetilkirin û 10 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Tevî zêdebûna rêjeya qetil û tundiya beramberî jinan ya li Herêmê, hikûmet ti tedbîr û rêkaran negirtiye. Heta dadgeh jî bi hinceta ‘namûsê’ mafên jinan binpê dike û tometbar û kujer nayên cezakirin.
Çalakvana warê parastina mafê jinan Beyan Mihemed derbarê mijarê de ji Rojnews’ê re axivî û wiha got: “Jin ji demên kevin heta niha di rêza duyemîn û sêyemîn de hatine hesibandin. Ev jî yek ji sedemên qetilkirina jinane. Mêr qebûl nakin jin ji wan jîrtir û çalaktir bin. Ev yek di pey xwe de pirsgirêkên malbatî tîne ku sîstema mêrsalar piştrast dike. Ji bilî van, fîlm û rêzefîlmên biyanî jî heta astekê bandorê li ser pirgirêka tundî û qetilkirina jinê dike.”
Beyan Mihemed balkişand li ser nebûna bîlançoyên qetilkirina jinan li rêxistinên jinan û wiha axivî: “Nebûna bîlançoyên zelal ên li ser qetlên jinan li gel rêxistinên jinan, bi vê yekê ve girêdayî ye ku doz diçin ber destê dadgehan û ew jî ji ber sedemên ‘diyar’ daneyan nadin rêxistinan. Dadwer jî mafên jinan binpê dikin, ji ber ku li pişt dadgehan hinek kes hene ku rêgirî li jinan dikin da ku mafên xwe bi dest nexin û dozê winda bikin.”
Li dijî vê diyardeya beramberî jinan Beyan Mihemed bang li jinan kir ku xwe pêşbixin, ji bo mafên xwe deng derbixînin û wiha domand: “Tevî ku kevneşopiya qetilkirina jinan piştî ewqas salên xebatê jî ji holê nehatiye rakirin jî, lê rêxistinên jinan di kêmkirina vê diyardeya qetilkirina jinan de roleke mezin leyîstine. Divê jin ji bo mafên xwe yên rewa rabin û xwe birêxistin bikin.”
Çalakvan Beyan Mihemed di dawiya axaftina xwe de parlamenterên piştî wergirtina postê xwe li beramberî berpirsyartiyên xwe xemsar nêz dibin rexne kir û destnîşan kir ku ew kesên ku dibin endamên parlementoyê, qasî ku li ser mûçeyên xwe difikirin, li ser projeyek ji bo pirsgirêkên jinan nafikirin.
(fk)