Sedir xwest Iraq ji şer were dûrxistin

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêberê Eniya Sedir, Muqteda El Sedir derbarê êrişên Îsraîl yên li ser Îranê de daxuyaniyek belav kir û xwest Iraq ji şer were dûrxistin.

Rêberê Eniya Sedir, Muqteda El Sedir derbarê êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê daxuyaniyek belav kir. Sedir di daxuyaniya xwe de ragihand ku şer destpê kiriye û wiha got; “Şer dest pê kiriye, agir gur bûye û tenê xweda encamên wê dizane. Ger zimanê rageşiyê berdewam bike, wê ne tenê Îran hedefa herêmê be.”

Sedir xwest xaka Iraqê ji şer were dûrxistin, ji ber ku pêwîstiya Iraq û gelê wê bi şer nîne û wiha pêde çû; “Pêwîste guh bidin dengê zanayên diyar, ger Hikumeta Iraq bikare divê bi rêya navnetewî Îsarîlê bide cezakirin.”

Sedir bikaranîna asîmanê Îraqê ya ji aliyê Îsraîlê ve jî şeremzar kir û ev bang li xelkê Iraqê kir; “Nabe xelkê Iraqê guh bide daxuyaniyên bê berpirsyarane ku hewl didin tirsê belav bikin. Ji ber ku wê ev tenê di hilbijartinan de xizmeta dengê gendelkaran bike.”