NAVENDA NÛÇEYAN
Iraqê hemû rêyên ku diçin Herêma Kesk a li Bexdayê ku saziyên hikûmetê û rêxistinên navneteweyî lê ne, girtin.
Ji ber metirsiya egera kêrişek li ser Balyozxaneya DYA ya li Bexdayê, Iraqê biryar da ku hemû rêyên diçin Herêma Kesk a li Bexdayê ku saziyên hikûmetê û rêxistinên navneteweyî lê ne, bigire.
Duh Wezareta Karên Derve ya Emerîkayê asta metirsiyê ya li Iraqê heta asta 4’an bilindkiribû û welatiyên xwe hişyarkiribû ku ji ber gefên terorê, revandin û tundiya çekdarî ên komên dijî-Emerîkayê, serdana Iraqê nekin. Her wiha balafirên leşkerî yên Emerîkî, li Baregeha Leşkerî ya Vîctoriya ya nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê vedan da ku diplomat û karmendên balyozxaneyê tehliye bikin.
Hêjayî gotinêye ku Îsraîlê danê sibehê dibin navê ‘Operasyona Şêrê Bilind dibe’ de êrişên hewayî li ser Îranê destpê kir. Hate ragihand ku di encama êrişên Îsraîlê de Fermandarê Giştî yê Supayê Pasdaran yê Îranê Husên Selamî û Fermandarê Artêşa Îranê Mihemed Bakirî û şeş zanyarên nukleerî hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.
(fk)