HEWRAMAN/ROJNEWS
Dibin kolikek daran de berhemên navxweyî Deşta Şarezûr tên firotin. Yek ji firoşkaran Mehdî Sidiq got ku xwesteka geştiyaran ya ji bo berhemên navxweyî gelek zêdeye.
Li Helebce û Hewramanê 36 herêmên geştiyariyê hene, di çar werzên salê de piraniya xwe geştiyar berê xwe didin wan herêman. Serdana geştiyaran ya ji bo herêmê, ji bo xelkê herêmê û debara wan dibe çavkaniya jiyanê. Xelkê herêmê bi hatina geştiyaran dikarin berhemên xwe yên navxweyî bidin firotin.
Welatiyê bi navê Mehdî Sidiq ku karê firotina fêkiyan dike got; “Ev 9 salin ez li ser rêya Hewraman-Xurmal fêkiyên xwemalî difiroşim û karê me eve. Gelek geştiyar berê xwe didin vê herêmê, em jî berhemên xwe li ser van rêyan difiroşin.”
Weke hemû herêman, hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê girîngî bi berhemên cotyarên vê herêmê jî nade û firoşyar dibêjin; “Mixabin hikumet qet girîngî nade berhemên me û nakevin bazarê.”
Li deşta Şarezur berhemên mîna zebeş, xox, hilû, sêv, bacan, bamya û gelek berhemên din tên berhemanîn. Ji ber van berhemên tam xweş, daxwaza geştiyaran jî gelek li ser van berheman heye û dikirin.
Deşta Şarezur yek ji deştên mezin ên parêzgeha Helebceyê ye, salane bi dehan cur berhemên çandiniyê yên cûda tên hilberîn. Lê ji ber ku hikumet berê xwe nade cotyaran û alîkariyê nade, cotyar ziyanek mezin dibînin.