Ketayîb Seyîd Şuheda: Ger êriş berdewam bikin, egera êrişkirina baregehên Emerîkayê heye

BEXDA-ROJNEWS

Ketayîb Seyîd Şuheda ragihand ku bêxemiya Îsraîlê ya ku ji aliyê Emerîkayê ve tê piştgirîkirin dikare bibe sedema bilindbûna tansiyona leşkerî ya mezin li herêmê, ku gel dê bedela wê bide û got: “Ger bombebaran berdewam bike, egera êrişkirina baregehên Emerîkayê yên li Iraqê heye.”

Berdevkê Ketayîb Seyîd Şuheda Kazim Fertûsî têkildarî êrişên Îsraîlê û hedefgirina rayedarên payebilind ên Îranê, ji Rojnewsê axivî.

Kazim Fertûsî diyar kir ku bêxemiya Îsraîlê ya ku ji aliyê Emerîkayê ve tê piştgirîkirin dikare bibe sedema bilindbûna tansiyona leşkerî ya mezin li herêmê, ku gel dê bedela wê bide.

Dewama axaftina Kazim Fertûsî got: “Meqawmey Îslamî ya li Iraqê ji nêz ve pêşhatên niha yên li herêmê dişopîne û wê di zûtirîn dem de helwesteke biryardar bigire. Îsraîlê qada hewayî ya Iraqê binpê kiriye, kiryarek şermezarkirinê ye ku serweriya neteweyî binpê dike. Komên Meqawme nikarin li hember sucên Îsraîlê yên ku ji hêla Emerîkayê ve têne piştgirî kirin bêdeng bimînin.”

Berdevkê Ketayîb Seyîd Şuheda Kazim Fertûsî destnîşan kir ku ‘ger bombebaran berdewam bike, îhtîmala êrişkirina baregehên Emerîkayê yên li Iraqê heye’.

Hêjayî gotinêye ku beriya niha Sekreterê Giştî yê Ketayîb Seyîd Şuheda Ebû Ela Wela’î, gef xwaribû ku di egera şerekî li dijî Îranê de dê êrişî berjewendiyên Emerîkayê bikin.

(fk)