HELGORD-ROJNEWS
Bi armanca danûstandina çandî, hunerî û agahiyên çiyageriyê, çiyagerên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê salane geşta hevpar ya çiyageriyê bo Çiyayê Helgord ku çiyayê herî bilind yê Başûrê Kurdistan û Iraqê, dikin.
Çiyagerên ku tevlî geşda çiyageriyê bo bilindtirîn çiyayê Herêma Kurdistan û Iraqê (Çiyayê Helgord) kirin, têkildarî armanca geşda xwe ji ajansa me Rojnews’ê re axivîn.
Zana Mecîd ku yek ji wan çiyagerên Başûrê Kurdistanê ye ku tevlî geşta hevpar a bi çiyagerên Rojhilatê bo Çiyayê Helgord bûye ji ajansa me re axivî û wiha got; “Bi armanca danûstandina çandî, ferhengî, teknîkî û agahiyên çiyageriyê, em salane li binê Çiyayê Helgord pêşwazî li çiyageran dikin. Îsal jî hejmarek çiyager ji bajar û deverên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê hatine û armanca me ewe ku xwe bigihînin lûtkeya Çiyayê Helgord”
Di dawiyê de çiyager Zana Mecîd derbarê sûdên çiyageriyê de ev tişt got; “Gelek sûdê vê geşt û çiyageriyê heye. Ji ber ku em hem têkiliyên civakî û hem jî şêwazên çiyagerî, kampkirin û jiyana şevê yên ku ji yên me cuda xuya dikin, ji hev fêr dibin. Ji ber vê yekê, ev danûstandinek girînge di navbera çiyageran de.”
Her wisa çiyagerî ji Rojhilatê Kurdistanê Daner Kerîmî jî derbarê mijarê de wiha got; “Çiyagerî ne tenê werzişeke. Belkû, ew girêdana bi jîngehê re, keşifkirina çiya û herêmên cûda ye. Ji ber vê yekê em yên ku ji Rojhilat hatine, armanca me ewe ku em vê têkiliyê bi çiyagerên Başûrê Kurdistanê re xurt bikin û lûtkeyên çiyayan keşif bikin. Bi taybetî Çiyayê Helgord ku çiyayê herî bilind yê Başûrê Kurdistanê.”
Her wisa Daner Kerîmî da zanîn ku çiyagerên ji Başûrê Kurdistanê jî dê serdana Rojhilat bikin da ku têkiliyên me xurt bikin. Ev yek dê naskirin û dostaniya di navbera me de zêde bike.”
Çiyayê Helgord bi bilindahiya 3,607 metreyan ji asta deryayê bilindtirîn çiyayê Başûrê Kurdistanê û Iraqê ye. Ev çiya li herêma Balekayetiyê ye û her sal hejmareke mezin ji çiyagerên ji welatên cuda ji bo çalakiyên çiyageriyê diçin Çiyayê Helgord.
(wd)