Îranê helwesta xwe ya dawî ya li ser danûstandinên atomî eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN

Îranê ragihand ku piştî êrişên Îsraîlên yên li ser Îranê, danustandinên atomî yên di navbera Tehran û Washingtonê de ti wateya xwe nemaye û got: “Bila kes nefikire ku Îsraîlê van êrişan bêyî destûra Emerîkayê pêk aniye.”

Wezareta Karên Derve ya Îranê helwesta welatê xwe ya dawî ya li ser beşdarbûna di danustandinên têkildarî atomê de bi daxuyaniyekê ragihand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî êrişên Îsraîlên yên li ser Îranê, danustandinên atomî yên di navbera Tehran û Washingtonê de ti wateya xwe nemaye.

Heman daxuyaniyê de Wezareta Karên Derve ya Îranê tekezî kir ku ‘bila kes nefikire ku Îsraîlê van êrişan bêyî destûra Emerîkayê pêk aniye’.

Hêjayî gotinêye ku di saetên zû yên sibehê de Îsraîlê dibin navê ‘Operasyona Şêrê Bilind’ de bi dehan mûşek û balafiran êrişî gelek deverên Îranê kir. Encamê de gelek fermandar û rayedarên payebilind hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

(fk)