NAVENDA NÛÇEYAN
Serlêdanên ji bo ‘Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz’ ên ku ji hêla MKG’ê ve tê lidarxistin dê di 17’ê Hezîranê de dest pê dikin.
Ji hêla Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) ve 1’emîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dê bê lidarxistin.Serlêdan dê di 17’ê Hezîranê de destpê bikin û di bangewaziyê de wiha hat gotin: “Serlêdanên ‘Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz’ ji bo rojnamegerên jin ên ku li pey heqîqetê ne û natirsin dibin dengê serdemê dê di 17’ê Hezîranê de destpê bikin!”
Gurbetellî Ersoz kî ye?
Gurbetellî Ersoz, di sala 1965’an de li gundê Ziverê navçeya Palu ya Elezîzê ji dayik bû. Gurbetellî Ersoz, ku xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe wergirt, dibistana navîn li Edeneyê xwend. Gurbetellî Ersoz, ku ji Beşa Kîmyayê ya Zanîngeha Çukurova mezûn bû, mastera xwe di warê “Jîngeh û Enerjiyê” de qedand û wekî alîkara kîmyayê xebitî. Wê di sala 1993’yan de li rojnameya Ozgur Gundem dest bi xebatê kir û di demek kurt de bû yekem Gerînendeya Giştî ya Weşanê a Tirkiyeyê.
Gurbetellî Ersoz 8’ê Cotmeha 1997’an de di pevçûnek li Başûrê Kurdistanê derket de şehîd bû. 7’ê Cotmehê wekî “Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd” hate bîranîn û bû sembola rojnamevanên jin ên ku wekî çavkanî tevdigerin. Wê bi helwesta xwe ya wêrek di Çapemeniya Azad pêşengiya medyaya Kurdî kir.