Keywan Kerîm curek cuda yê pîvazan dihilberîne

ŞAREZÛR-ROJNEWS

Her çiqas werzê havînê destpê kiribe jî, lê curek taybet ê pîvazê li Şarezûrê nû gihîştî ye. Cotkar dibêjin: “Ev curê pîvazê gelek cudaye û di vê werzê de çêdibe. Ji aliyê bazirganên Ereb ve daxwazek zêde li ser heye û ji bo bazarên navîn û başûrê Iraqê hinarde dikin.”

Yek ji berhemên cuda yên deşta Şarezûrê ya li sînorê parêzgeha Helebçeyê çandina pîvazane ku beşek ji wan şil û beşek jî hişk dixine bazarê ku xwestek mezin li ser heye.

Keywan Kerîm, cotkarekî gundê Şatiwan ê bajarokê Seyîdsadiqe. Keywan neh salin pîvazan diçîne. Wek bi xwe ji Rojnews’ê re gotî: “Em di meha Kanûnê de demsala zivistanê de dest bi çandina pîvazan dikin û di meha şeşemîn de, di vê dema salê de berhem digihîje. Em serê sibê dest bi kolandinê dikin, berhemên xwe dixin ava çemê Zelimê, bi awayekî baş dişûn û paqij dikin. Piştre em wê dibin bazara Silêmaniyê.”

Cotkar Keywan ku curek cuda yê pîvazan hilberandiye dibêje: “Ev cureyê pîvazê jêre pîvazên Hewlêrê tê gotin û tenê dema şil tê bikaranîn. Li bazara navxweyî nayê firotin. Ji aliyê bazirganên Ereb ve ji bo bazarên navîn û başûrê Iraqê tê hinardekirin. Bazar başe û daxwazek taybet jê re heye.”

Niha, gelek curên berhemên çandiniyê yên wekî bacan, bamye, kuncî, zebeş, xiyar, tirî, bîber û gelek berhemên din li deşta Şarezûrê çêdibin. Hemû berhem ji bo bazarên Başûrê Kurdistanê tên hinardekirin. Lê pirsgirêkên cotkaran ewe ku hikûmet xemsare û alîkariya wan nake û nikarin berhemên xwe bifiroşin.

(fk)