NAVENDA NÛÇEYAN
Çavdêrê siyasî Hadî Cilo Murî diyarkir ku dihat zanîn wê Îsraîl êrişî Îranê bike û got: “Ji beriya êrişê Emerîkayê binkeftina danûstaninên xwe yên li gel Îranê ragihand. Bi êrişê re carek din diyar bû ku Iraq nikare serweriya xwe biparêze.”
Çavdêrê siyasî Hadî Cilo Murî di derbarê êrişa Îsraîlê ya li ser Îranê û bandora wê ya li ser Iraqê de ji ajansa me re axivî.
Hadî Cilo Murî da diyarkirin her kes libendê bû ku wê Îsraîl êrişî ser Îranê bike û got: “Emerîka ji aliyê xwe ve bi ragihandina binketina danûstandinan pêşiya van êrişan ket. Emerîka ji bo parastina berjewendiyên xwe yên li herêmê nedixwest êriş bike ser Îranê. Emerîka bi vê helwesta xwe pêşengtî ji Îsraîlê re hişt. Ewjî ji bo kontrolkirina aloziyan bêy ku destwerdana rasterast bike.”
Di dewamê de Çavdêrê Siyasî Hadî Cilo got: “Ewropa û Emerîkayê xwestin şer di çarçoveya nakokiyên Îran-Îsraîlê de be daku ji bin kontrolê dernekeve. Ji ber wê êriş şermezar kirin û daxwaza arambûnê li her du aliyan kirin.”
Hadî Cilo destnîşankir ku bi van êrişên Îsraîl û Îranê carek din ew rastî eşkere bû ku Suriye, Iraq, Urdun û welatên Kendavê nexwedî serweriya xwe ne. Ji berku Iraq nikare asîmanê xwe kontrol bike, balafirên Îsraîlê li rojavayê Firatê bi nizmî firîne û ev jî wê yekê nîşan dide ku serdestiya wan li ser asîmanê herêmê heye.”
Hêjayî gotinê ye duh Îsraîlê bi rêya dehan muşek û balafirên şer êrişek berfireh li ser Îranê da destpêkirin. Di encama êrişê de gelek rayedarên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî yên Îranê hatin kuştin. Îranê jî liberamber de duh bi şev bi rêya dehan muşek paytexta Îsraîl Telavîvê hedef girt.
(kş)