NAVENDA NÛÇEYAN
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di perspektîfa ku ji bo Kongreya 12’emîn a PKK’ê re şandî de, bi 7 xalan ji dîrokê heta roja me ya îro nirxandin û tespîtên giring dike. Di xala sêyem a bi sernavê ‘Di Civaka Dîrokî de Dualîteya Dewlet û Komûnê‘ de, Rêber Apo bi awayekî berfireh û dagirtî, giringiya komûnê, di civakbûna destpêkê de komûn-komînalbûn, destgirtina komûnê di dîrokê de, hemû yek bi yek dinirxîne û tespîtên giring tîne ziman.
Di vê çarçoveyê de, emê di vê dosyayê de hewl bidin komûn, şêwazê komûnê û di Konfederalîzma Demokratîk de komûnê rave bikin.
Komûn çi ye?
Komûn gotineke ku ji bo nîşandana komîte, civak, komûn an jî grûpek xebatê ye. Ew jî dikare wateya civakî, kooperatifî an jî rêxistina xwe-ya rêveberî be. Di hêzên siyasî yên Kurdî de bi taybetî yên li derdora îdeolojî û felsefeya Rêber Apo û PKK’ê kombûyî, komûn xwedî rolek giring heye. Komûn yek ji bingehên rêxistinên civakî ye.
Her gund, her tax, her navçeyê dikare komûnek xwe ava bike.Di nav komûnê de, gel bi rêya rêveberiya xwe, kar û planên xwe nîqaş dike û diyar dike. Komûn dikare li ser mijarên weşan, perwerde, aborî, afirandina jinan, ekolojî, nîqaş û çareserkirina pirsgirêkan kar bike.
Ev çand û kevneşopî hertim ji bo tevgerên civakî bûne mîrate û rêça têkoşîna jiyana komunal û xwerêveberiyê. Bêguman Tevgera Azadiya Kurdistanê bi formên nûjen ên civaka Kurd ev çanda dîrokî him parast him jî anî qonaxeke girîng. Ev yek li ser sîstema Konfederalîzma Demokratîk a ku di sala 2005’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ji bo hemû gelan pêşkêşî kirî de hate berfirehkirin û pêşxistin.
Konfederalîzma Demokratîk
Piştî serdema Sumeran û şûnde, sîstema Zîgûrat ku hêlîna esas ya Kapîtalîzmê ye, hate pêşxistin û ji bo kontrolkirin û rêvebirina civakê de hate bikaranîn. Desthilatên ku Xudayan ji erdê rakirin ezmanan, bi sîstema yek kesî hegemonya xwe li ser civakê ferzkirin. Lê Konfederalîzma Demokratîk berevajiyê vê sîstemê, li şûna sîstema ku biryar li gorî kes li ser komê/civakê were dayîn, biryar li gorî civakê ber bi kes ve tê dayîn. Sîstema Konfederalîzma Demokratîk de hêz hemû di destê gel de ye. Gel bi xwe nîqaş dike, kes li ser navê gel hîn nabe, pirsgirêk û jiyana gel nîqaş nakin, gel biryara digire û ji bo ev biryar pêk bên jî gel bi xwe rêveberiyê xwe derdixe û dîsa gel bi xwe wan ji peywîrê jî digire.
Sîstema Konfederalîzma Demokratîk sîstemeke meclîsan e. Sîstemên dewletî bi giştî ji çend meclîsan pêk tên û demokrasiya wan jî demokrasiya temsîlî ye. Ji bo vê yekê jî mekanîzmayên ku gel bi her awayî bikaribe xwe tê de îfade bike, biryara bigire nîne. Meclîs ew cîhe ku lê nîqaş tê kirin, biryar tên girtin. Di zîhniyeta netew-dewlet de cîhê ku lê nîqaş dibin û biryar tên girtin tenê cîheke, an jî çend cihin. Lê Konfederalîzma Demokratîk sîstemeke meclîsane. Ev sîstem ji bêhejmar meclîsan pêk tê. Gel li ku be, li wê derê divê meclîs hebe, divê gel bi xwe nîqaşên xwe bike, biryarên xwe bi xwe bigire û di heman demê de jî bi xwe pêk bîne. Ji bo wê jî li ku gel hebe, divê li wê derê meclîs hebe.
Konfederalîzma Demokratîk demokrasiya rasterast ji bo xwe esas digire. Ji binî heya jorê li her derê û hertim nîqaş, biryar û kiryar yê gele. Têgihîştineke şaş heye, ew jî ev e, jêr û jor hertim wek hiyerarşî tê destgirtin. Rêveberî jî wek hiyerarşiyê tê destgirtin. Rêber Apo li ser vê dibêje: “Dewlet rêvenabe, idare dike; lê civak rêve dibe.“ Peyva ‘rêveberî‘ heta dawiyê peyveke gelêrî ye û divê rêveberî jî hebe. Di civaka xwezayî de jî jin-dayîkê rêvebertî dikir, lê şêwazê rêvebertiya wê, ne desthilatdar û hiyerarşîk bû, rêvebertiyek xwe disparte otorîteya demokratîk.
Komîn çawa dixebite?
Sîstema komînan wek her rêveberiya di Konfederalîzma Demokratîk de heyî, şêwazê hevserokatî dimeşe. Di komînê de, her kes dikare beşdar be, 2 hevserok (jin û mêr) hene. Li her komînê komîte hene: xebatên jinan, xebatên ciwanan, perwerde, aborî, asayîş, tenduristî hwd. Karûbarên komînan bi rêya civîn û tekmîlan tê nîqaşkirin û nirxandin.
‘Di Civaka Dîrokî de Dualîteya Dewlet û Komûnê‘
Rêberê Apo di perspektîfa ku ji bo Kongreya 12’emîn a PKK’ê re şandî de, di xala sêyem a bi sernavê ‘Di Civaka Dîrokî de Dualîteya Dewlet û Komûnê‘ de, bi awayekî berfireh û dagirtî qala giringiya komûnê, di civakbûna destpêkê de komûn-komînalbûn, destgirtina komûnê di dîrokê de dike
“Divê di materyalîzm û dîrokî de li şûna şerê çînî “Komûn” bê danîn. Bêguman ev tenê ne nezîkatiyeke rast e, ji bo bikaribin derbasî sosyalîzmê bibin, di zanista sosyolojiyê de çalakî û fikra azad riya herî bi tendirust in. Divê pênaseya materyalîzma dîrokî û sosyalîzmê xwe nespêre pevçûna çînî, şûna vê divê materyalîzma dîrokî û sosyalîzm xwe bispêre dualîteya dewlet û komûnê. Ez vê nêzîkatiyê rastir dibînim. Yanî dîrok, li ser şerê çînî ava nabe; nakokî û pevçûna di navbera dewlet û komûnê de şekil dide dîrokê. Ji ber vê teoriya çînî sosyalîzma pêkhatî rûxiya. Pêwîstî bi rexnekirinê jî nîne. Lê sedema herî esasî ya rûxandina sosyalîzma pêkhatî yek jî ev e. Başe, li vir wateya dualiteya dewlet û komûnê çiye? Ev tespîteke pir bi nirxe. Belkî ev ji milêkî ve tê zanîn, lê hê nehatiye sîstematîzekirin. Di esas de civak bûyereke komûnale. Min li jorê pênaseya klanê kir. Ev civakbûne. Civakbûn jî komûne. Klana komûna seretayî ye. Niha em li ser peyva “komûn” bisekinin; ji ber vê divê em li ser civakbûnê biaxivin, dîsa qasî ku em dizanin divê dubare li qada Mezopotamyayê li ser pêşketina çandî, derketina civaka Sumer rawestin; yanî divê em pêşketina dewlet, bajar, milkiyet û çînan têxin rojeva xwe. Divê em destpêkê li ser dewlet û komûnê bisekinin. Başe civakbûn li ku derê ye? Civak bingeha vî karî ye. Ji ber ku B.Z 4000 sal beriya niha forma civakî klan bû. Em ji vê re dikarin bêjin qebîle an jî eşîret. Eşîret jî ji yekitiya komûnan pêktê. Qebîle komûneke. Hê malbat pêşneketiye. Di esas de wateya malbat û qebîle ji hev cuda nînin. Wateya wan yeke. Ne qebîle, ne jî malbat wisa ji hev cuda nebûne. Bi pêşketina Neolîtîkê re pêşketineke girîng rûdide. Pêşketina qebîle zêdetir bi Neolîtîkê ve girêdayî ye. Pêşiya Neolîtîkê qebîle nîne, klan heye. Di Kurdî de “kom” heye. Em bi vî awayî dikarin komûnê baştir fêm bikin. Yanî komûn, tê wateya “Kom” û “kombûnê.” Hê jî em vê peyvê bikartînin. Ev jî nîşan dide ku zimanê Aryen jî li vir derketiye. Herî kêm dîroka wî deh hezar sale. Ji ber vê eşkereye ku Zimanê Aryen li derdora vê komûnê pêşketiye. Di Kurdî de peyva “kom” vê rastiyê nîşan dide. Dariştin û zêdekirina peyvan jî vê rastiyê nîşan didin. “Komagene” wekî navê dewleteke derbas dibe. Li vir em dibînin ku serokê qebîleyê dewletê pêş dixe. Endamên qebîleyê jî komûnê pêş dixin. Di esas de rastî jî wiha ye. Pir hêsane. Min wisa keşfeke mezin jî nekir. Marks ji van re dibêje keşfa zanistî, ev çîrokin. Pêşketineke wisa ya çîna karkeran nîne. Esas wisa mijarê fêmkirin ne zehmet e. Yê li ser qebîle serweriya xwe çêdike dibe dewlet, endamên ji rêzê yên qebîleyê jî di bin komek, piştre ev wekî malbat didome. Yên jor dibin dewlet, xanedan pêşdikeve. Yên jêr jî di bin bindest. Ger dewlet çêbibe wê demê qebîleyên bindest jî çêdibin. Cudabûn wisa destpê dike. Ez, tiştên ku Marksîzmê ji bo proleterya gotiye wisa zêde rast nabînim. Raste, girêdayî şoreşa sinaî, karkertî, bûrjûwatî pêşdikeve, lê ev girêdayî pêşketineke 5000 salî derkete holê. Bûrjûwatî, proleterî-karkertî li Babîlê jî heye, li Sumer û Asûr jî heye. Li Atîna û Romayê jî heye. Ev herî dawî derbasî Rojavayê Ewropayê dibe. Ev tişt Ewropayê îcad kiriye. Hinekî din berfirehtir kirine, yek jî kirine pergaleke hegemonîk. Bi navê kapîtalîzmê metîngerî û hegemonyaya wê pêşdikeve. Ev hegemonya belavî hemû cîhanê dibe. Ev pêşketin xwe dispêre civaka Sumer. Yanî çavkanî Sumere. Ev, çîroka dewletbûnê ye. Dewlet, wekî dewleta koledar, dewleta feodal û dewleta kapîtalîst tê cuda kirin. Esas divê wiha neyê şîrovekirin. Li vir ya girîng komûne. Di vê dîrokê de komûn li ku derê ye? Marks ji ber Komûna Parîsê gelek hevalên xwe winda dike. Tê gotin ku 17 hezar komûnar têne kuştin. Ji ber van windahiyan nirxandinek wî heye bi navê “Komûna Parîs.” Dev ji kapîtalê berdide. Ji ber ku pêşbiniyên wê derbên mezin xwaribûn. Li gorî min Marks şikandineke hundirîn dijî. Bala xwe dide komûnê, li ser kar dike. Li vir zêde qala çîn nake, zêdetir têgîna komûn bikar tîne. Kropotkîn Lenîn rexne dike, dibêje “Sovyetan nerûxîne.” Di esas de wateya Sovyet û Komûn yekin. Lê Lenîn bi programa NEP, berê xwe dide dewletê. Stalîn vê pirsgirêkê kûrtir dike. Di demên dawî de Marks ji têgîna dîktatoriyê sar dibe, naxwaze bikar bîne, berê xwe dide têgîna komûnê. Dewlet û komûnê ji hev cuda dike, lê vê cudahiyê wisa zêde pêş naxe. Di encamê de dikarim bêjim ku materyalîzma dîrokî xwe naspêre şerê çînan, li ser esasê dualîteya komûn û dewletê şekil digire. Hemû dîrok bi vî awayî herikiye. Bi taybet dîroka nivîskî. Di Sumeran de bingeha vê hatiye avêtin, niha li Rojava ev di asta herî jor de tê jiyîn. Niha, şaredarî tê wateya komûnê. Lê nava wê hatiye valakirin. Niha dewlet qeyûm diavêje ser şaredariyên me. Kes jî nabêje tu çima wiha dikî. Ev jî nîşan dide ku naveroka wê hatiye valakirin. Bûyera li Tavşantepeyê jî bi qebîleyê ve eleqedere. Çanda tecawizê li ser wê zaroka biçûk wekî qetlîam pêşket. Bûyereke sembolîke, lê pir girînge. Ev nîşaneya çandeke. Molla Goranî jî, malbateke molla ye. Tevlî fetihkirina Stenbolê bûne. Malbata Guran ji malbateke wiha tê. Rewşa xembar a malbata Molla jî li holê ye. Ji ber vê yekê têgîna komûnalîte wê di vê serdema nû de bibe dest û lingê sosyalîzma azadiyê. Emê serdema nû li derdora vê mijarê nîqaş û şênber bikin.
Têgîna Civaka Exlaqî û Polîtîk, di heman demê de dibe nirxandina komûnê. Komûn, bi têgîna civaka exlaqî û polîtîk derdikeve pêşberî dewletê. Wê zimanê serdema aştiya nû jî polîtîk bibe. Em ê azadiya komûnê biparêzin. Jixwe navê wê li ser e; em zimanê dewletperestiyê terk dikin. Têgînên girêdayî netewe dewletê terk dikin, ji xwe re girêdayî komûnê, têgînên etîk û polîtîk esas digirin. Me ji vê re got civaka exlaqî û polîtîk. Lê ev dibe vegotina komûna ku ber bi azadiyê ve diçe. Ev ne hiqûqî ye, tiştekî etîk û polîtîk e. Niha hiqûqek heye, Qanûna şaredariyê heye, divê ev qanûn pêş bikeve. Divê ev di qanûn de hebe, em ê guhertineke wiha bixwazin. Wê şert û rêgezeke me hebe. Ger bi awayekî zanistî bînin ziman, ji vê re dikarin bêjin azadiya komûnê. Em ê bibin komûnalîst. Şûna çîn, em ê komûnê bicih bikin. Şaredarî hê jî komûn in. Li gel me jî kom heye. Ma di me de exlaq û etîk nîn e? Helbet heye. Jixwe komûn ji qanûnan zêdetir wê bi etîkê rêve biçe. Ji aliyê din ve komûn, demokrasiye jî. Siyaseta demokratîk bê polîtîka nabe. Ji ber ku polîtîka bi siyaseta demokratîk dibe. Komûn nav e, etîk polîtîk sifêt e. Komûn, etîk û polîtîk e. Yek nav e, ya din jî sifêt e. Em ji vê re dibêjin revîzyona herî radîkal a Marksîzmê. Em şûna têgîna çînî ya Marksîzmê komûnê bicih dikin. Rexneya Kropotkîn a beramberî Lenîn pêşxistibû rast e, dîsa rexneya Bakunîn a beramberî Marks rast e. Rexneya Bakûnîn kêm e, lawaziyên xwe hene, lê rast e. Di vê mijarê de teqez li ser Marksîzmê bê sekinandin û rexnekirin. Ger Marks Bakûnîn fêmkiriba, Lenîn jî Kropotkîn fêmkiriba, wê teqez qedera sosyalîzmê wiha nebûya. Ji ber ku nekarîn vê sentezê pêş bixin sosyalîzma pêkhatî pêşket.“
(fk)