‘Pêwîste Kurd di vê rewşê de xwedî yek helwest bin’

RANYE/ROJNEWS

Çavdêrê siyasî Emer Hisên got ku tê payîn şerê di navbera Îsraîl û Îranê de dem kurt be, ji ber ku eger şer dirêj bike, wê berfireh bibe û di asta navnetewî de du enî çêbibe. Emer got ku eger şer dirêj bike wê bandorê li ser Iraqê jî bike û pêwîste Kurd di hemû rewşan de yekîtiya xwe ava bikin.

Çavdêrê siyasî Emer Hisên derbarê şerê di navbera Îsraîl û Îranê de, bandora wê ya li ser Iraq û herêmê ji ajansa me re axivî.

Emer Hisên got ku tê payîn şerê di navbera Îsraîl û Îranê de dem kurt be, ji ber ku eger şer ji heftiyek zêdetir dirêj bike, wê berfireh bibe û li ser asta navnetewî jî du enî ava bibin.

Li gorî Emer Hisên ger şer dirêj bike, wê bandora xwe li Herêma Kurdistan, Iraq, herêm û cîhanê jî çêbike. Wek sedem jî got; “Ji ber ku eger ev şer ji heftiyekê zêdetir dirêj bike, wê li ser asta navnetewî nerazîbûnên mezin çêbibin, heya asta navneteweyî belavî du beşan bibe. Îsraîl karî di nava du salên borî de destê Îranê li herêmê û derdora xwe durbixe. Karî bandora Îranê ya li Suriye û Lubnanê dawî bîne, ev jî serkeftine. Piştî wê Îsraîl kete nava saziyên Îranê û karî bi sedan diron bibe nava Îranê û bikarbîne.”

Di dewama axaftina xwe de çavdêrê siyasî Emer Hisên balkêşa ser rewşa Kurdan û got; “Ji bo vê rewşê derbaz bikin, divê Kurd di hemû rewşan de yek bin û xwedî peyamek bin. Ji ber ku Kurd jî yek ji pêkhateyên kevin ên herêmê ye û divê rewşê Kurd pêwîste yek helwest bin. Di hemû rewşan de yekîtiya aliyên siyasî û Kurdan gelek girînge, ji ber ku doza me rewaye û nabe em dijberiya hev bikin.”