NAVENDA NÛÇEYAN
Li navçeya Mabata ya Efrînê ciwanek, li benda kontrolê ya Ezazê ciwanekî din û li Dêr Hafirê 3 kes hatin revandin. Li navçeya Şiyê yê Efrînê jî çeteyan xerac li welatiyan ferz kir.
Çavkaniyên xwecih diyar kir ku dewriyeyeke çekdar ku tê texmînkirin a hêzên ewlehiya giştî ya girêdayî hikûmeta derbasbûnê ya Sûriyeyê ye, duh (În 13 Hezîran) li navçeya Mabata ya Efrînê ciwanê bi navê Xelîl Mistefa Arif Dado (25) revand û bir cihekî nediyar. Hate diyarkirin ku Xelîl Mistefa Arif Dado ji gundê Hesê Mîrkan bi dagirkirina Efrînê re (2018) koçber bûbû, rojek beriya ku were revandin vegeriyabû gundê xwe.
Çavkaniyan da zanîn ku endamên “Ewlehiya Giştî” yên li ser benda kontrolê ya Şet a li deriyê rojava yê ketina bajarê Ezazê ya li ser rêya Heleb-Efrînê ciwanê bi navê Ehmed Osman Hemo jî revand. Çavkaniyan diyar kir ku Ehmed Hemo ji gundê Xaltan yê navçeya Cindirêsê yê Efrînê koçberî Helebê bûbû, dema vedigeriya gundê xwe hat revandin û sewqî cihekî nediyar kirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê jî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li benda kontrolê ya Dêr Hafirê ya li ser rêya navneteweyî ya Helebê 3 kesên diçûn Helebê revandin. Li gorî rêxistinê, kesên hatine revandin ev in; Şukrî Ebdulhenan Mistefa (54) ê ji gundê Feqîra yê Cindirêsê, Ekrem Mihemed Elî (41) yê ji gundê Qetmê yê Şêranê û Ebduselam Ehmed El Xelîl (35) ê ji gundê Xirbe Şêranê yê Şêranê ye.
Li aliyekî din çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şiyê yê Efrînê 900 dolar xerac ji bo vegerandina mala xwe û 200 dolarên din ji bo vegerandina bîra xwe li şêniyê bi navê Şêrewan Îbrahîm ferz kir. Her wiha 500 dolar xerac li şêniyê bi navê Ehmed Rifet birîn da ku bîrekî bikole.
Li Ezaz û rêyên diçin Efrînê, şêniyên ku dixwazin vegerin warên xwe li bendên kontrolê yên çeteyan tên revandin.