NAVENDA NÛÇEYAN
Artêşa Îsraîlê li ser sînorê Sûriyeyê hêzeke mezin ya leşkerî bicih kir.
Medyaya Îsraîlê ragihand ku artêşa Îsraîlê hêzeke leşkerî ya mezin li ser sînorê Sûriyeyê bi cih kiriye.
Îsraîlê sibeha Înê êrişeke berfireh li ser Îranê kir û gelek navendên nukleerî û rampayên mûşekan bombebaran kirin, her wiha çend serkirdeyên leşkerî yên navdar û zanyarên atomê hatin kuştin.
Medyaya Îsraîlê ragihand ku artêşê çend tabûrên leşkerî û yekîneyên parastin û berevaniya sivîl li wargehên Îsraîlê yên li ser sînorên Lubnan û Sûriyeyê bicih kirine.
Li gorî medyaya Îsraîlê, ev parastin ji bo pêşîgirtina bertekên Hizbullahê û hevalbendên Tehranê hatine girtin.