NAVENDA NÛÇEYAN
Desteya Deriyên Sînorî ya Iraqê ragihand ku Deriyê Qaîm yê bi ser sînorê Sûriyeyê ve bi fermî hate vekirin û jinûve tevgera bazirganiya her du welatan destpê dike.
Desteya Deriyên Sînorî yên Iraqê îro ragihand ku Deriyê Qaîm tê sînor bi awayekî fermî hate vekirin û jinûve tevgera danûstandina bazirganiyê di navbera Iraq û Sûriyeyê de hat destpêkirin.
Desteyê di daxuyaniya xwe de bibîr xist ku piştî tedbîrên teftîş û niştecihbûnê hatin kirin, yekemîn kamyona Sûriyeyê di derî re derbas bû. Her wiha proseyên pevguhertina bazirganî li aliyê Iraqê, li gorî belgeyên hatine pejirandin, têne kirin.
Di heman çarçoveyê de, daxuyaniyê amaje bi wê yekê kir ku tevgera çûn û hatina rêwîtiyan jinûve destpê kir.