Elî Kerîmî: Divê niha gel li ser çarenûsa Îranê biryarê bide

NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Elî Kerîmî diyar kir ku êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê çaverêkirî bûn û got, “Divê aliyên Kurd yên Rojhilatê Kurdistanê dozeke netewî ya Kurd ava bikin û çavê cîhanê bizivirînin ser xwe.”

Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de sibeha roja 13’yê Hezîranê bi bikaranîna bi sedan balafirên şer û mûşekan ji aliyê Îsraîlê ve destpê kir. Duh jî Îranê bi avêtina bi sedan mûşekên balîstîk bersiva êrişên Îsraîlê da û êrişên beramber yên her du welatan didomin. Bandora şerê her du welatan li Rojhilata Navîn û Kurdistanê jî dike. Di vê derbarê de nivîskar û siyasetmedarê Kurd Elî Kerîmî ji ajansa me re axivî.

Elî Kerîmî got; “Êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê dihatin çaverêkirin û gefa van êrişan jî hebûn. Ev rêya xweşkirî ya ji bo êrişên Îsraîlê bo ser Îranê, piştî êrişa destpêkê ya Îsraîlê li ser hemû hêzên girêdayî Îranê yên li Sûriye, Lubnan û Filistînê, pêk hat. Ev êrişeke ciddî ya li dijî Îranê ye. Ev êrişeke pir gûmanbare li dijî Îranê. Ez difikirim ku gelê Îranê dê keyfxweş bibe, niha ew gel dê çarenûsa Îranê diyar bike û biryar bide ka melayên Îranî dê bimînin an jî werin tunekirin. Ji bilî vê yekê Amerîka û Îsraîl nikarin tiştekê bikin.”

Siyasetmedar û nivîskar Elî Kerîmî di wê baweriyê de ye ku divê partiyên Rojhilatê Kurdistanê dozek mîna Raperîna 1991’an a li Başûrê Kurdistanê ava bikin û got; “Tiştê ku diqewime ji bo Kurdan derfeteke mezine. Divê Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ji xwe re dozek bi afirînin û bala medyaya navnetewî bikişînin ser xwe. Bêgûman, ji ber ku agirê van êrişan pir dijware, ewê bandorê li Iraqê jî bike. Ji ber  kuHeşdî Şeebî yek ji wan partiyane ku Îsraîl û Amerîka qet jê hez nakin. Ji ber vê yekê, divê serkirdeyên Kurd yên li Bexdayê pir baldar bin. Divê serkirdeyên Kurd li Iraqê bêdeng bimînin û ji ber Îranê her tiştî winda nekin.”

(wd)