Çalakiya nobetê ya Mexmûrê di roja 696’an de didome

MEXMÛR-ROJNEWS

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bi koma 136’an di roja 696’an de didome.

Çalakiya nobetê ya ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja 696’an de bi koma 136’an bi biryardariyek xurt didome.

Merasîma dewrgirtinê li Saziya Malbatên Şehîdan a wargehê bi tevlîbûna çalakvan û xelkê wargehê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên doza azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser koma 135’an ji aliyê ciwana bi navê Rojbîn Otun ve daxuyaniyek hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye: “Wek tê zanîn armanca vê çalakiyê ewe ku em Rêbertiya xwe bi fîzîkî di nava xwe de bibînin. Em di pêvajoyek dîrokî re derbaz dibin ku ev pêvajo ji bo gelê Kurd û Rojhlata Navîn gelek giringe. Bingehê jiyana azad û wekheve. Yekane rêya çareseriyê, azadkirina Rêbertiye. Ji bo ku ev pêvajo bi serkeftî encam bibe, pêwîste Rêber Apo were azadkirin.

Şer li her derê belav bûye, dewletên desthilatdar her ku diçe pêlên şer zêdetir dikin. Em dikarin bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî li vê pêvajoyê xwedî derbikevin. Em hêza xwe ji Rêber Apo digirin. Emê wek ciwan û jinên ciwan di vê demê de li erka xwe xwedî derbikevin û têkoşîna xwe bigihînin serkeftinê.

Şerê îro tê meşandin, şerê çandî ye. Li ser çand, nasname û hebûna gelan tê meşandin. Em jî soz didin, emê bi deng û rengê xwe, Rêbertî azad bikin.”

Piştî daxuyaniyê çalakî bi dewirgirtina koma 136 û bi diruşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.

(jp-ah/wd)