NAVENDA NÛÇEYAN
Wezîrê Karên Derve yê Ûmanê Seyîd Bedr bin Hemed el-Bûsaîdî ragihand ku danûstandinên derbarê serên nukleerî yên di navbera Amerîka û Îranê de hatine rawestandin.
Wezîrê Derve yê Umanê Seyîd Bedr bin Hemed El-Bûsaîdî li ser hesabê xwe yê fermî yê X’ê ragihand ku danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de yên li ser nukleerî hatine rawestandin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin; “Hevdîtinên Îran-Amerîkayê yên ku biryar bû vê Yekşemê li Muscatê werin lidarxistin, êdî pêk nayên. Lêbelê, dîplomasî û diyalog tenê rêya aştiya mayînde ne.”
Îran û Amerîkayê, bi armanca sînordarkirina bernameya nukleerê ya Tehranê ya ku bilez pêş dikeve, li hember rakirina hin cezayên aborî yên giran yên ku ji hêla Amerîkayê ve li ser Îranê hatine ferzkirin, pênc dewreyên danûstandinan, bi navbeynkariya Ûmanê lidar xistin. Lê hîn jî encamek nehatiye bidestxistin.
(wd)