MIHEMED CÎHADÎ-ROJNEWS
Endama Karûbarên Derve yê Meclisa Misrê Nûha Bekir diyar kir ku şerê Îran û Îsraîlê wê Rojhilata Navîn bixe nava qeyraneke dijwar û wê bandoreke nerênî li ser ewlekariya çendîn welatên herêmê û cîhanî bi giştî çêbike.
Endama Karûbarên Derve yê Meclisa Misrê Nûha Bekir di hevpeyvîneke bi dîmen de têkildarî şerê di navbera Îsraîl-Îranê û bandora wê li ser Rojhilata Navîn ji ajansa me Rojnews’ê re axivî.
Nûha Bekir got; “Êrişên Îsraîlên yên li ser Îranê danûstandinên nukleerê yên di navbera Amerîka û Îranê de xist metirsiyê. Her wiha bandoreke mezin li ser nirxê petrol, liv û tevgera aborî, bazirganiya deryayî çêdike. Îsraîl hewl dide desthilata xwe bi ser Rojhilata Navîn de serwer bike. Ev jî hevsengiya hêzan ya Rojhilata Navîn diguhere.”
Her wiha Nûha Bekir da zanîn ku şerê Îsraîl û Îranê wê Rojhilata Navîn bixe nava qeyraneke dijwar û wê bandoreke nerênî li ser ewlekariya çendîn welatên herêmê û cîhanî bi giştî çêbike û got, “em niha rûbirûyê rewşeke gelek xirab bûne.”
Di dawiyê de Endama Karûbarên Derve yê Meclisa Misrê Nûha Bekir bibîr xist ku şerê di navbera van her du welatan de wê qeyran, hevrikî, aloziya li Rojhilata Navîn kûrtir bike û ger wiha bidome wê bibe sedema metirsiyeke mezin.
Berfirehiya hevpeyvînê wiha ye;
(wd)