NAVENDA NÛÇEYAN
Fermandarê Fermandariya Giştî ya Parastina Hewayî ya Îranê ragihand ku hêzên wan di nava saetên borî de 10 balafirên Îsraîlê xistine xwarê.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê (Ajansa Tesnîm), Fermandarê Fermandariya Giştî ya Parastina Hewayî ya Xatim Enbiya ya Îranê General Elî Reza Sebahî Qerd ragihand ku sîstema parastina wan ya hewayî di nava çend saetên borî de 10 balafirên şer yên Îsraîlê xistine xwarê.
Têkildarî, cih û demê xistinê, her wiha cûrê balafirên hatine xistin agahiyên zelal nehatin eşkerekirin. Têkildarê vê agahiyê heta niha ji aliyê Îsraîlê ve tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.
(wd)